Esnafan Konur û Yukselê: Êdî em nikarin kar bikin 2017-11-05 09:28:22 ENQERE – Li Enqereyê, esnafên Kuçeya Konûr û Kolana Yukselê ku malovaniya çalakiyên ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça dikin, ji ber dorpêça polîsan mexdûr bûne. Esnaf dixwazin li her du hêlan jî dorpêça polîsan bê rakirin.  Li Enqereyê Kuçeya Konûr û Kolana Yukselê ku malovaniya çalakiyên ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakaça tên lidarxistin dikin, nêzî salekê ye di bin dorpêçê de ne. Ji ber vê dorpêça polîsan wek berê pir kes nikare di vê kuçe û kolana ku berê ji mirovan xalî nedibû biçin û bên. Her wiha ev yek bandorê li esnafên li vê kolan û kuçeyê jî dike û esnaf tên mexdûrkirin. Esnafan xwest dorpêça polîsan bê rakirin.    Xebatkarê Konur Bufeyê Oktay Sari, diyar kir ku beriya dorpêçê ev der ji mirovan xalî nedibû, lê belê piştî dorpêça polîsan û mudaxileyên polîsan ensaf rojê çend caran bi saetan kareghên xwe digirin. Sari got ku ji ber vê rewşê êdî esnaf hatine wê rewşê ku nikarin kirêya xwe bidin.    'KES NAYÊ VAN DERAN'   Xebatkarê Yekîtiya Mulkiyan Kadir Kagan Kaya jî, diyar kir ku hebûna polîsan a li kuçeyê û mudaxileya wan a li hemberî çalakiyê êdî mirov agresîf kirine. Kaya got ku bi OHAL'ê re Kuçeya Konûr ketiye bin dorpêçê. Kaya, dest nîşan kir ku rewşa heyî ya li Kuçeya Konûrê bi awayekî zêde bandoreke neyînî li karê wan kiriye û wiha got: "Dema mirov xwarinê dixwin bi gaza ku li çalakgeran tê reşandin re rû bi rû dimînin. Dema bi gazê re rû bi rû dimînin, xwarina xwe nêvî dihêlin û diçin." Kaya anî ziman ku polîs li gor serê xwe tev digerin û wiha got: "Bavê min jî mensûbekî emniyetê bû, lê ne wek vana bû. Polîsên li vir zaf rihet tev digerin. Tu nikarî serî bi wan re derxî. Li vê kuçeyê tenê mirov diçûn û dihatin, lê belê TOMA anîn kuçeyê. Polîs li ser pişta hespan tên li kuçeyê digerin. Qereqolên seyar anîn kuçeyê. Bi awayekî tund nêzî mirovand ibin. Jixwe rewşa kar ne tu rewş bû û bi ser de jî ev rewş, êdî tu kes nayê van deran."     Esnafekî din ku ji ber polîsan gelek caran avêtiya ser kargeha wî nexwest navê wî bê aşkerekirin wiha got: "Bi awayekî zêde teroreke polîsan heye. Hebûna polîsan a li vir ji bo esnafan tehdît e. Li kuçeyan di dest wan de ntizbî digerin. Li vê kuçeyê huqûqeke cuda tê sepandin. Her wiha bihatina polîsan re, êdî li vir firotina tiryakê zêdetir bû. Bi awayekî zêde fuhîş çê dibe. Derdora Peykerê 10'ê Cotmehê tije serxoş in. Çepgir daketin kuçeyê. Tenê berxwedana Nûriye û Semîh heye. Heke hûn hinekî li kuçeyê bigerin hûn ê bazariyên fuhûşê bibînin. Li vê kuçeyê pavyon tune bû, lê niha pavyon heye. Nasnameya kuçeyê guherî. Ji ber berê esnafên Konûr û Yukselê pişetvaniya Berxwedan Geziyê kirin, niha heyf tê stendin. Ji ber van pêkanînan gelek hevalên me yên esnaf mecbûr man kargehên xwe bigirin. Gelek esnaf mecbûr man karkeran ji kar derxînin. Em dixwazin polîs ji vir derkeve."