Li 21 gund û gundikên Licê qedexeya derketina derve îlan kirin 2019-02-12 08:14:20   AMED - Li 21 gund û gundikên Navçeya Licê ya Amedê qedexeya derketina derve îlan kirin. Hat diyar kirin ku li herêmê dest bi operasyona eskerî kirine.    Li 21 gund û gundukên Navçeya Licê ya Amedê yên herêma çiyê, qedexeya derketina derve îlan kirin. Li herêmê operasyona eskerî ku dest pê kiribû didome. Saet di 06.00’ê sibê de li 21 gund gundikên Licê qedexe hat ilankirin. Beriya qedexeya derketina derve li herêmê operasyona eskerî hat destpêkirin. Di operasyona duh a eskerî de hat diyar kirin ku di nava endamên HPG'ê û eskeran de şer derketibû.