Li Edeneyê ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan grevên birçîbûnê 2019-02-11 22:05:23   EDENE - Li Edeneyê, ciwanan ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê, li ser dîwaran nivîs nivîsandin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 96'an de didome. Ligel vê çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê jî didomin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê, li kuçeyên Taxa Denîzlî ya navçeya seyhanê li ser dîwaran "Tecrîdê bişikîne, faşîzmê perçe bike", "Bijî berxwedana zindanan", "Em 15'ê Sibatê şermezar dikin", "Hin hene li ber xwe didin #Leylaguven" û "Bimire komploya 15'ê Sibatê" nivîsandin.