Îstîxbarata Tirk-MÎT'ê li Dihokê Mizgeftan weke baregeh bi kar tîne 2019-02-11 13:48:04 DIHOK - Îstîxbarata dewleta Tirk-MÎT'ê li gundê Kiryadêr a Herêma Rêkan a bajaroka Şeladizê mizgeft dagir kirine û ji bo xwe re weke baregeha leşkerî bi kartînin. Hat diyarkirin ku li dora mizgeftê jî pêşmergeyên PDK’ê parastina wan dikin û li ser banê mizgeftê jî noqteyên nobetê danîne.   Piştî gelê Şeladizê çalakiya xwe pêşandanê ya ser baregehên leşkerî ya aîdê TSK’ê ya Siriyê lidarxistibûn û baregeh şewitan dibûn, di encama çalakiyê de leşkerên tirk û pêşmergeyan êrîşê ser gel kiribûn û 2 ciwan hatibûn kûştin û 14 kes jî birîndar bibûn. Pişt re jî rojnamevan jî di nav wan de 80 kes hatibûn binçav kirin û ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistana Federal ve lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna ku hêj jî berdewam dike, ji aliyê rêveberiya PDK’ê ve ji bo li dijî PKK’ê biaxivin û daxuyaniyan bidin zextê li ser malbatên ku di êrîşa balafirên şerênTSK’ê ve jiyana xwe ji dest dane dikin.    Endamên MT û leşkerênTSK’ê yên dewleta tirk mizgefta gundê Kiryadêr ya Herêma Rêkan a girê dayên bajaroka Şeladizê ya ser Dihokê dagirkirine û ji xwe re weke baregeha leşkerî bi kartîne. Hat diyar kirin ku li ser banê mizgeftê jî pêşmergeyên PDK’ê parastina wan dikin û li ser banê mizgeftê her koşeyekî wê xalek ya nobetê danîne. Gundiyên Kiryadêrê ji vê rewşê nerazîne û bang li cihên peywendîdar kirin ku çareseriyekî bibînin.    ‘MIZGEFTA KU BI FEDEKARIYA GUNDIYAN HAT ÇÊKIRIN NIHA MÎT'Ê DAGIRKIRIYE’   Şêniyê gundê Kiryadêrê S.K.R ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkere bide derbarê mijarê de ev agahî dan: “Serêçendîn sale gundê me bi mizgeftekî biçuk îdareya xwe dikir. Ji par ve bi alîkariya xêrxwazên deverê û fedekariya gundiyan me ev mizgeft ji bo gund da avakirin. Lê piştî berxwedana Şêladizê, Sîryê û Dêralokê mizgefta me ji aliyê MÎT a Tirk ve hatiye dagirkirin û weke baregeh tê bi karanîn. Ev tişt nayê qebul kirin.’’   'PÊŞMERGE JÎ WAN DIPARÊZIN'   Gundiyê din yê bi navê F.X. jî li hem berê binpêkirina dewletaTirk nerazîbûna xwe anî ziman û wiha got: “Mizgefta me tenêji aliyê gundê me venayê bi karanîn. Rêwiyên derbaz dibin û gundên derdor jî sûd jê digirin.  Niha jî MÎT'a Tirk ji bo xwe kiriye baregeh û pêşmergehên PDK’ê jî parastina wan dikin û li ser banê mizgeftê çend xalên nobetê danîne. Em bang li sazî û cihên peywendîdar dikin ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin û dawî li vê zordestiyê bînin.’’   Gundiyên bajarokê Şêladizê û Dêrelokê Çileya 2019’an bi serbaregehaaîdê TSK ya li Sîryê girtibun û alavên leşkerî yên di baregehê de dabun ber agir. Dewleta Tirk piştî serhildanê bi alîkariya PDK’ê hebuna xwe hîn zêdetir li herêma Behdînan belav kir û bombebarana li ser gundên herêmê hîn zêdetir kir.    Li aliyekê ku lêpirsîn berdewam dike, ji 80 kesan 18 kes bi hinceta çalakiyê organîze kirine lêpirsîna wan a binçav li Dihokê berdewam dike.   MA / Erdogan Altan