Wekîlên HDP’ê meşiyan Galatasarayê: Silav li Suleyman Soylu bikin 2019-02-11 13:09:45 STENBOL – Tevî hemû astengiyên polîsan jî wekîlên HDP’ê ji Qada Taksîmê meşiyan ber Qada Galatasarayê.  Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî di nav de wekîlên HDP’ê xwestin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven meş li dar bixin. Polîsan meşa HDP’iyan a ji Qada Taksîmê heta Qada Galatasarayê asteng kir.    HDP’YÎ TEVÎ GEFAN JÎ MEŞIYAN   Wekîlên HDP’ê bi daxuyanî û çalakiya rûniştinê astengiya polîsan protesto kirin. Piştî çalakiya rûniştinê wekîlên HDP’ê ji Qada Taksîmê ber bi Qada Galatasarayê bi pankarta “Leyla Guven rûmeta me ye” û tîşortên wêneyê Guven li ser ên bi nivîsa “Bila tecrîd rabe û Leyla bijî” di Kolana Îstîklalê de meşiyan.    SLOGANÊN BO GUVEN BERZ KIRIN    Wekîlên HDP’ê bi berzkirina dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana zîndana" û "Jin, jiyan, azadî" meşiyan. Hin welatiyan jî piştgirî da parlamenteran. Meşa parlamenteran li ber Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.    Wekîlê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu yê bi sandalyeya tekerîk meşiya li Kolana Îstîklalê bertek nîşanî astengiya polîsan da û behsa çalakiya Guven kir.    ‘BIÇIN SILAV LI WEZÎRÊ XWE BIKIN’    Di kêliya astengiyê de Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran axivî û wiha got: “Biçin silav li wezîrê xwe Suleyman Soylu bikin.”    TÎŞORTAN NEDAN    Polîsan xwest tîşortên wêneyê Guven li ser dester bike. Lê parlamenteran bertek nîşan da û tîşortan nedan polîsan.    WEKÎL VÊ CARÊ MEŞIYAN TARLABAŞIYÊ    Piştî astengiya li ber Qada Galatasarayê, parlamenteran vê carê ketin Sûka Balikçilarê û ber bi avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê ya li Semta Tarlabaşiyê ye ve meşiyan. Wekîl bi berzkirina sloganan gihîştin avahiya HDP’ê û ji aliyê welatiyan ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.    Avahiya HDP’ê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.