Şirnexî: Piştevanî dê êşên me siviktir bike 2017-11-05 09:15:42 ŞIRNEX - Ji bo alîkarî û piştevaniya malbatên şirnexê dema "Kampanyaya 1000 Malbatên Xwişk û Bira" salekê hat dirêjkirin. Malbatan wiha got: "Wê bi piştevaniyê êşên me sivik bibin."  Piştî qedexeya derketina kolanan ku di navbara 16'ê Mijdara 2016 û 14'ê Adara 2016'an de li Şirnexê hat îlankirin, li navenda bajêr bi hezaran mal hatin rûxandin. Bi sedan malbat jî ji bo bajarê xwe neterikînin bi mehan di konan de man û gelek malbat jî li navendê di malên xwe yên saxlem de dijîn. Kampanyayên ji bo malbatên bi şert û mercên zor û zehmet re rû bi rû mane jî didomin. Yek ji saziyên ku van kampanyayan didomîne jî Heyva Sor a Kurdistanê ye. Saziyê ragihand ku wan dema "Kampanyaya 1000 Malbatên Xwişk û Bira" salekê dirêj kiriye.    ‘WÊ ÊŞÊN ME BI PIŞTEVANIYÊ SIVIK BIBIN'    Malbat diyar kirin ku dirêjkirina dema kampanayayê baş e û banga hestiyariyê li raya giştî kirin. Li Taxa Vakifkentê ya Şirnexê yek ji wan malbatên ku avahiyên wan hatin rûxandin jî malbata Uygûrê ye. Malbatê diyar kir ku divê xwedî li kesên ku bajarên xwe neterikandine bê derketin. Malbatê got ku wê êş û azarên wan bi piştevaniyê siviktir bibin. Yek ji ferda malbatê Kumriye Uygur (65) wiha got: "Em li bendê ne ku gelên me yên rewşa wan a aborî başe alîkariya me bikin. Çi dibe bila bibe em ê qet dev ji bajêr bernedin. Em bi her cure zehmetiyê re rû bi rû dimînin. Em ê bi piştevaniyê bi awayekî ji derheqê vê pêvajoyê derkevin."    'WELATIYEKÎ MALA XWE DAYÊ'   Welatiyê bi navê Selahattin Sondak (56) jî, anî ziman ku ew 12 kes in û debara malbateke wisa qelebalix zehmet e. Ji ber di sala 1992'yan de îşkence lê hatiye kirin Sondak nikare destê xwe yê rastê bi kar bîne. Sondak got ku li bajêr welatiyekî mala xwe tehsîsî wî kiriye û ji ber rewşa aborî wî ji neçarî 3 zarokên xwe neşandiye dibistanê.    2 CARAN MALA WÎ HAT RÛXANDIN    Sondak diyar kir ku hem di salên 90'î de hem jî di ji ber qedexeya ku sala çûyîn hat îlankirin mala wî hatiye rûxandin û wiah got: "Rewşa me ya aborî qet nebaş e. Em li benda piştevaniya gelê xwe ne."