Kesê li Tirkiye di ezmîna KPSS'ê de bû yekemîn bi cih nebû 2019-02-11 11:29:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Denîz Eren Demîr ji Rojnameya Evrenselê de nivîs şand û diyar kir ku ligel li Tirkiye di branşa mamostetiya fîzikê de di KPSS’ê de bûye yekemîn jî di ezmûna mulakatê de 54,00 puan dane wî û ew li derve hiştine.    Xwendekarê branşa mamostetiya fîzîkê Deniz Eren Demîr, nivîsek ji Rojnameya Evrenselê re nivîsand û diyar kir ku ligel li Tirkiye di beşa mamostetiya fîzîkê de li Tirkiye di KPSS'ê de ketiye rêza yekemin jî di mulakatê de li derve hatiye hiştin û di kar de bi cih nebûye. Demîr di nivîsa xwe ya Evrenselê de wiha got: "Ez di sala 2018'an de ketim Ezmûna Hilbijartina Personelên Cemaweriyê (KPSS) û min 88,295750 puan stend. Li gorî daxuyaniya OSYM’ê di biransa mamostetiya fîzîkê de ez li Tirkiye ketim rêza yekem. Di branşa fizik û mamostetiya fizikê de bûm rêza tduyemîn. Ez di 14'ê kanûna 2018'an de ketim mulakatê û min hemû pirsên wan rast bersivandin. Tevî ku min hemû pirsên wan rast bersivandin jî 54,00 puan dan min û ez li derve hiştim. Ez wekî binkeftî nîşan dam.