Li gundên Misircê 13 welatî hatin binçavkirin 2019-02-11 10:47:37 SÊRT - Li gundên girêdayî navçeya Misircê ya Sêrtê 13 welatî di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.  Hat ragihandin di 8'ê sibatê de eskeran bi ser gundê Ewtê û gundên derdora wê yên bi ser navçeya Misircê ya Sêrtê ve girtine û avêtine ser malan. Li malan lêgerîn hat kirin û dest danîn ser telefonên berîkan û gelek materyalên dîjîtal. Di serdegirtina malan de 13 welatî hatin binçavkirin.    Welatiyan birin Qereqola Cendermeyan a Navçeyê û ev 4 roj in li wir tên ragirtin. Tê payîn welatiyên binçavkirî îro derxin dozgeriyê.