Girtiyan ji Girtîgeha tîpa F a Kirikkale pêkanînên nû vegotin 2019-02-11 09:05:18   ENQERE – Huseyîn Surensoy ê li Girtîgeha Tipa F a Kirikkale, der barê binpêkirina mafan de diyar kir ku ewlehiyawan tune û dema eskeren li girtîgehê wan sewqî nexweşxaneyê dikin, du kelepçeyan davêje destê wan.  Huseyin Surensoy ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale girti ye, name şand û bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehê. Surensoy, anî ziman ku Rêveberiya Girtîgehê li girtîgehê pêkanînên nu xistine meriyetê û wiha got: “Hem li girtîgeha em lê û hem jî li devre ewlehiya me tune ye. Eskerên ku ji ewlehiya me berpirsiyar li girtîgehê pêkanînek nû xistine meriyetê. Dema em diçin nexweşxaneyen derve dema me ji Ringê dadixin, ligel ku destê me bi kelepçe ye jî eskerên berpirsiyar nêzî me dibin kelepçeya din jî dixin milê me. Dema min kemepçeya duyemîn qebûl nekir, diyar kir ku fermandar bi armanca ewlehiyê dixwaze kelepçeya duyemîn têxe destê wan. Ji xwe herdu destê min kelepçe kirîne. Li pişt min û pêş min çar esker hene. Ewlehiya çi distînin. Niqayên me heta nexweşxaneyê berdewam kirin. Ligel ku doktor xwest kelepçeyê vekin jî eskerên peywirdar kelepçe venekirin. Piştre rêveberiya girtîgehê der barê vê mijarê li min lêpirsîn vekir.    ‘HEM LI HUNDIR Û HEM JÎ LI DERVE EWLEHIYA ME TUNE YE   Surensoy, destnîşan kir ku pêkanîna 2 kelepçeyan pêkanînek nû ye û wiha got: "Divê ev yek li ber cemaweriyê bê teşirkirin. Armanc dike ku dermankirinê asteng bikin. Balkêş e midûrê saziyê li min lêpirsîna dîsîplînê vekir. Xuya dike ku bi fermanê tev digerin. Li min û berî li 2 hevalên min jî di heman çarçoveyê de lêpirsîn vekirin. Sûbayê ku lêpirsîn li me vekir, di heman demê de ew kesê ku em birin nexweşxaneyê ye. Di lêgerîna hucreyê de jî heman sûbayî cih girt. Ji ber vê yekê ne li derve û ne jî li hundir ewlehiya me tune ye. Înîsiyatifa rêveberiya girtîgehê tune ye. Destê hevalên me li pişt wan kelepçe kirin û serê wan li dîwar xistin.    Di 29'ê Çileya 2019'an de bi ser hucreya hevalê me Ridvan Sayak ê rastî cezayê muebeta giran hatiye de girtin. Bi armanca lêgerînê bikin bi ser hucreyê de girtin. Di lêgerînê de bi hinceta di devê hevalê me de jîlet heye bi zorê xwestin devê xwe veke. Dema hevalê me ev pêkanîn qebûl nekir, ewil gardiyan destê hevalê me li pişt wî kelepçe kir û piştre serê wî li dîwar xist. Ji pêvila hevalê me xwîn hat. Piştre hevalê me xistin odeya bi sînger. Ev hemû di bin navê ewlehiyê de pêk tînin û pêvajoyek nû pêkanînek nû dane destpêkirin. Ewil pêkanina 2 kelepçeyan, piştre êrîşên li dijî girtiyan berdewama vê pergala nû ye. Ev pêkanînên nû me zêde dixin nava fikaran. Hevalên me yên di greva birçîbûnê de pêdiviyên wan ên tenduristiyê nayên bersivandin. Hevalên me di bin rîskê de dijîn. 3 hefte ne xoşavê nadin hevalên me."