Sîrwan Barzanî: Ger ev herêm têkeve kontrola Tirkiye dê hemû kurd koçber bibin 2019-02-10 21:14:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî diyar kir ku ew lidijî avakirina herêmek bi "ewle" ya li Bakurê Sûryeyê ne û wiha got: "Ger ev herêm bikeve bin kontrola Tirkiyeyê, wê hemû Kurdan koçber bikin.   Fermandarê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji kanal El Cezîre re axivî. Barzanî rexne li vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyeyê kir û vê yekê wekî xeletiyek stratejîk binav kir. Barzanî têkildarî herêma bi ewle ya li Bakurê Sûriyeyê jî axivî û diyar kir ku ew li dijî herêmek bi ewle ya li bin kontrola Tirkiye de ne û wiha got: "Erdogan wê vê herêmê ji bo koçberkirina Kurdan bikarbîne. Wekî çawan ku hêzên dewleta Tirkye li Efrînê ev yek bi serê Kurdan anîn."   Sîrwan Barzanî bal kişand ser kontrola Tirkiye û wiha bi dawî kir: "Ger Tirkiye û komên bi ser wê ve derbazî wê herêmê bibe, wê li gel Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) şerbikin û wê ev herêm ji herêmek bi ewle vegere herêmek ya şer û dijberiyê."