Wezîrê Karê Hûndir Soylû dîsan HDP kir hedefê 2019-02-10 15:23:51   ENQERE - Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû yê berî jî, bi telefonê li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan geriya û tehîd kir, vê carê jî derbarê bernameya HDP’ê ya Stenbolê pêk bîne de, gefên xwe dubare kirin. Soylû got, “Yê ku we bide meşandin ne zilam be.”    Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, di civîneke têkildarî hilbijartina herêmî ya Enqerê de axivî û derbarê meşa HDP’ê ya roja Duşemê ya di 11’ê Sibatê de li Qada Taksîmê bê lidarxistin de, ev gef xwarin: “Bêguman HDP dinava tifaqa zîlet û îletê de cih digire. Ji ber vê yekê têkildarî PKK’ê ye. Qaşo niha ‘Apo’ di hûndir deye, dê parlementerên wê dest bi meşê bikin. Yê ku we bide meşandin ne zilam be.”