Bîlgen: Em di wê hêviyê dene bajêr xwe bi rêve bibe 2019-02-10 14:43:16   QERS - Namzetê Hevşaredariya HDP’ê yê Qersê Ayhan Bîlgen, di vekirina buroya hilbijartinê ya Bajêr de axivî û got: “Em deng  nadin tu partiyên cuda. Em dixwazin gel dengê  xwe  bide xwe. Em di wê hêviyê dene bajêr xwe bi rêve bibe.”   Xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), berdewam dikin. Bi tevlîbûna Namzetê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, li taxa Bulbul a Qersê 3’yemîn buroya îrtîbatê ya hilbijartinê hat vekirin. Bi tevlîbûnek mezin buro hat vekirin. Bîlgen di vekirinê de axivî û diyar kir ku carek din dê gel reveberiya şaredariya xwe bike.   'EM JI BO PARTIYA  A Û ŞEXSÊ B DENGAN NAXWAZIN'   Bîlgen, anî ziman ku ew li dijî feraseta serokekê hemû tiştan dizane ne û wiha bilêv kir: “Siyaset wiha tuneye. Rêberê wiha tuneye û feraseteke wiha ya serokê şaredariyan tuneye. Li vî bajarî bi sedan mirovên mîna min û me hemûyan serokatiya şaredariyê bikin hene. Gelek kes pirsgirêkên vî bajarî çine ji pitir dizanin hene. Yên li ser pirsgirêkên bajêr serê xwe diêşînin hene. Em ji bo partiya a û şexsê B dengan naxwazin. Em dixwazin bajêr dengê xwe bide xwe û ew bi xwe bajarên xwe bi rêve bibin. Bi van hestan em we hemûhan hembêz dikin.”   Piştî axaftina Bîlgen, qurdeya buroya hilbijartinê hat birîn û buro bi coşek mezin hat vekirin.