Namzetê Hevşaredarê HDP’ê yê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin 2019-02-10 14:02:49   ÊLIH - Namzetê Hevşaredarê HDP’ê yê Êlihê Sabrî Ozdemîr, di dema temaşekirina pêşbirka Petrolspor Êlihê de, hat binçavkirin.    Namzetê Hevşaredartiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Êlihê Sabrî Ozdemîr, ji bo pêşbirka dinavbera Petrolspor Êlihê û Velîmeşespor Ergene temaşe bike çû Stadyûma Bajêr a 16’ê Gulanê û li wê derê hat binçavkirin.    Peywirdarên Midûriyeta Spor a Ciwanên Bajêr ên trîbuna protokole, gotin navê Ozdemîr di lîsteya protokole deye tune û hewl dan wî asteng bikin. Piştî astengiyan peywirdaran heqaret li Ozdemîr kirin. Li ser vê yekê nîşaqa mezin bû û polîsan Ozdemîr binçav kirin.      Parêzerê Ozdemîr Ferhat Ozdemîr, diyar kir ku piştî îfadeya Ozdemîr bê girtin, li bendêne bê berdan.