Karkertên tekstîlê li dijî zama kêm dest bi kar nekirin 2019-02-10 09:28:44   DÎLOK – Karkerên Tekstîla Şîrecî bertek nîşanî zama kêm dan û dest bi karê dinavbera 15.00 û 23.00’an nekirin. Karkeran bi vî awayî zama kêm şermezar kirin.    Karkerên di beşa pembû ya Tekstîla  Şîrecî ya Dîlokê de dixebitin, ji ber ku zam li meaşê wan nehat zêdekirin, bertek nîşan dan û dest bi karê dinavbera 15.00 û 23.00’an de nekirin.    Nûnertiya Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Şoreşger (Dev Tekstîl) a Çukurova  ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşreger (DÎSK) daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Em piştgiriyê didin kerkerên doza mafê xwe dikin. Patron dixwazin karkeran bitirsînin û wan çavtirsandî bikin.”   ‘KARKER MAFÊ XWE DIXWAZIN’   DÎSK’ê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Kerkerên di Tekstîla Şîrecî de dixebitin, dixwazin ji sedî 26 zam li meaşê wan bê kirin. Ev berteka karkeran heta bêje wetedare. Ji bo hemû karkeran ev dest pêke. Bi zamên pêkenok, kenê xwe li karkeran dikin. Bi vê mûçeyê kes nikare derbara xwe bike. Karker dixwazin mûçeyên wan bên zêdekirin. Ji ber vê daxwazên kerkeran daxwazên meşrû û mafdarin. Divê bên qebûl kirin.”