Îmîr ji bo TOKÎ'yan hişyar kir: Ger birûxe wê bibe felaket 2019-02-10 09:16:29 ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rûxandina bin TOKÎ'yên li navenda bajêr got: "Ger avahî birûxin wê felaketek rû bide."    Li navenda Şirnexê, piştî qedexeya derketina derve ya di sala 2016'an de hat îlankirin li şûna avahiyên hatin rûxandin dest bi çêkirina TOKÎ'yan hat kirin. Lê belê çend roj berê, erda bin TOKÎ'yan rûxiya bû. Ji ber vê yekê dîwarê îstinatê rûxiya bû û di rê da koncal çêbibûn û derz li qadê ketibûn. Heta niha ji bo vê rewşê tu daxuyanî nehatine dayîn. Tenê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, ev yek xistibû rojeva Meclîsê.    ÎMÎR: GER BIRÛXE WÊ FELAKETEK ÇÊBIBE    Îmîr, bilêv kir ku di dema qedexeyê de şêniyên bajêr pir hatibûn mexdûrkirin û niha ji ber vê rewşê bi mxedûriyeteke din re rû bi rû ne. Îmîr, diyar kir li cihekî wisa bi rîsk çêkirina avahiyên dehqatî wê rê li ber encamên neyînî vebike. Îmîr, diyar kir ku berê jî TOKÎ ji bo hilbijaartinê dihatin bikaranîn, niha jî tên bikaranîn û got: "Eger ev avahiyên qekî qabên kifrîtê li ser hev hatine bilindkirin birûxin, wê rê li ber felaketeke mezin vebike. Dibe ku bibe sedema mirina bi dehan kesî. Divê lêkolîn bên kirin."    'EM Ê BI RAYEDARAN RE HEVDÎTINÊ ÇÊBIKIN'    Îmîr, diyar kir ku wan berê jî ev rewş bi Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê re parve kiriye, lê belê hîn bersiv nehatiye dayîn. Îmîr, anî ziman ku ew ê ji bo vê mijarê careke din hevdîtinê bi wezaretê û Walîtiya Şirnexê re çêbikin.    TOKÎ, ji bo daîreyan radestî xwediyên wan bikin serê metrekareyê doza hezar û 170 lîreyî dike. Îmîr, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku bi vî awayî gel tê mexdûrkirin û tu hêleke wê ya hiqûqî tune ye.