Kaya yê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin, bedêl çi dibe bila bibe em amade ne 2019-02-10 09:15:44   AMED - Ridvan Kaya ku 57 roj in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bilêv kir ku ew di çalakiya xwe de bibiryar in û got: "Heta em vê tecrîdê perçe nekin, wê çalakiya me dewam bike. Em hay ji encamên wê hene. Ji bo wê bedêl çi dibe bile bibe em amade ne, em ê bidin."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin, di roja 95'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan didome. Yek ji van girtiyan jî li Girtîgeha Tîpa D a Amedê Ridvan Kaya ye ku ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye. Kaya, nameyk şand û bal kişand ser daxwazên girtiyan û pirsgirêkên tenduristiyê yên rû didin.    'EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN'    Kaya, destnîşan kir ku ew tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dîlgirtina wî bi tu awayî qebûl nakin û got: "Lê belê hîn jî Rêberê me girtiye û bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Ev ji ber helwesta me ya lawaz û kêmasiyên me ye. Dev ji tecrîdkirinê berdin, divê ji bo nêzîkatiyeke biçûk a li ser Rêberê me, diviya me kevir li ser kefir nehiştana. Bi dehan hevrêyên me li dijî vê xwe fida kirin, bedena xwe şewitandin û bi awayekî bêhempa li ber xwe dan. Lê belê em yên mayî, me peywira xwe baş bi cih neanî û loma em niha behsa şert û mercên tecrîdê dikin. Ji ber em dereng man, em xwe rexne dikin."    'BERXWEDANEKE BÊHEMPA'    Kaya, diyar kir ku cara ewil e ku ew ketiye greva birçîbûnê û got: "Berxwedana mirovekî/ê ku bi rojan bedena xwe dide ber birçîbûnê ji bo min berxwedaneke bêhempa ye. Min tim xwestiye bibim perçeyeke berxwedaneke wisa. Ji ber kevneşopiay berxwedana me, em ne xerîbê berxwedanên bi vî rengî ne. Lê dema mirov bi xwe daxilî berxwedaneke wisa dibe, hesteke cuda li mirov peyda dibe. Wexta mijar Rêber Apo be, hemû çalakî watedar in."    'DIVÊ TENÊ EV ROJEVA ME BE'    Kaya, anî ziman ku daxwaza ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, daxwazeke mirovî û ehlaqî ye û got: "Ev yek di serî de kurdan û bi giştî jî hemû derdoran eleqedar dike. Wê şikandina tecrîdê, faşîzmê birûxîne û rê li ber azadiyê vebike. Sedema zilm, îşkence û çewisandina li ser civakê girêdayî tecrîdkirina Rêber Apo ye. Divê kes wek tiştekî asayî nêzî tecrîdê nebe. Divê ji bilî perçekirina tecrîdê wekî din rojeveke me tune be."    MERCÊN TENDURISTÎ Û EWLEHIYÊ    Kaya, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên berê û got: "Herî dawî di sala 2012 û 2016'an de bi heman armancê çalakiyên greva birçîbûnê çêbûn, lê belê ji hevdîtina dawî heta niha tecrîd girantir bûye. Hevdîtina 12'ê Çileyê, ji bo me û gelê me bixapînin hatiye kirin. Lê belê biryardariya me li holê ye. Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike. Em hay ji encamên wê hene. Ji bo wê bedêl çi dibe bile bibe em amade ne, em ê bidin."    'ÇAVKANIYA ME YA JIYANÊ YE'    Kaya, destnîşan kir ku bi tecrîdê tê xwestin ku civak bê tepisandin, lê belê wê ev yek pêk neyê û got: "Eger em îro der barê jiyanê, berxwedê de behsa hin tiştan dikin, ev bi saya berxwedana bêhempa ya şehîdên me û Rêberê me ye. Rêber Apo, her tiştê me ye. Canê me, ruhê me, nefesa me û çavkaniya jiyana me ye. Berî her tiştî tê. Faşîzm, di şexsê Rêberê me de bi awayekî hovane êrîşî nirxên me dike, hel wida hebûna me tune bike. Sedema girankirina tecrîdê ev e. Lê belê her diçe, aşkere dibe ku ev yek ne pêkan e û loma bi awayekî dijwar êrîş dikin."    Kaya, diyar kir ku niha erihetiyên wekî serêşî, xwînîbûn hwd. li wan peyda bûne û ji ber deng û ronahiyê nerihet dibin. Kaya, anî ziman ku lê belê dîsa jî rojeva wan a sereke tecrîd e û got: "Her diçe em xurtir dibin. Rojeva me ya sereke rêberê me, tenduristiya û ewlehiya wî ye. Her çend pirsgirêkên tenduristiyê rû bidin jî, lê ev ji bo çalakiya me ne asteng e."    Kaya, destnîşan kir ku liv û tevgera ji bo têkşikandina tecrîdê helwesteke wijdanî û mirovî ye û divê herkes ji bo vê yekê tev bigere. Kaya got: "Dibe herkes nikaribe têkeve greva birçîbûnê, lê miheqeq tiştekî ku ji destê mirov tê heye. Berî bi derengî bikeve divê herkes tev bigere. Ev berpirsiyariyeke ehlaqî ye. Eger em jiyaneke birûmet û azad dixwazin, nexwe divê em tecrîdê bişikînin, faşîzmê birûxînin. Em Leyla Guven û hemû çalakgerên di greva birçîbûnê silav dikin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin."