‘Kesê qeyûm dişibîne Xizir, ji rê derketî ye' 2019-02-10 09:03:34   DERSIM - Dedeyê cemxaneyê, qeyûmê tayînî Şaredariya Dersimê hat kirin şibandibû Xizir. Pîr û anayên elewiyan, bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Gelê me vî kesî qebûl nake. Dedeyê ku vî kesî dişîbîne Xizir jî, ketî ye. Bila Xizir alîkarê wî be."    Dedeyê Xemxaneya Navendî ya Dersimê Seyît Mehmet Halîs, qeyûmê tayînî Şaredariya Dersimê hat kirin şibandibû Xizir. Welatiyên elewî bertek nîşanî vê rewşê dan. Pîr Zeynel Kete, diyar kir ku di baweriya elewîtiyê de bêyî rizaya civakê tu tişt nayê kirin û got: "Bêyî riza, kes nikare têkeve mala talibê pîr jî. Divê pêşî bi rizaya wê malê be. Li cem me bêyî riza, les nexwedî gotin û qerar e. Qeyûm, ne bi rizaya me ye. Kesên bi rizaya me bûn şaredar niha girtî ne. Şaredarên girtî, bi rizaya elewiyan bûn û wisa dest bi kar kirin. Me îqrar da wan."    ‘HENEKÊ XWE BI AQILÊ XIZIR DIKIN'    Kete, azadiya heqîqetê ya di bin zor û zehmetiyê de ye û got: "Xizir, azadî ye, heq e. Ger heq tune be, Xizir jî tune ye. Ger Xizir hebe, heq jî heye. Xoceyek radibe qeyûm dişibîne Xizir. Ev tê wateya ku henekê xwe bi aqilê Xizir dike."    ‘ÊN BÊYÎ RIZA NE JI ME NE'    Kete got: "Di baweriya me de cihê gotinên vî xoceyî tune ne. Heta meydan neyê avakirin, heta ne bi rizaya gel be, kesekî tayînkirî wê nebe Xizir û ew kes ne terîcha me ye. Vîna azad, bi îqrar û rizatiyê heye. Li ser xwezaya me, li ser baweriya me ev qas zilm heye. Kesên li hemberî vê zilmê deng dernaxin çawa dibin Xizir. Li cem me Xizir wekî Hz. Alî û mumîna ye. Hezar navên wî hene. Navek wî jî Xizir e."    Kete, xoceyê ku qeyûm şiband Xizir, vexwand rêya murşîdiyê.    ‘XIZIR JI BO ME PÎROZ E'    Hevseroka Komeleya Eleqiyên Demokratîk (DAD) ana Selda Guneş jî, bilêv kir ku Xizir li gor kesan naguhere û ji bo elewiyan pîroz e. Guneş got: "Xizir heqîqet e. Ger xoceyek kesên bav û kalên wan qetil dike bişibîne Xizir, ew xoce ketî ye. Kesên ne di rêya heqiyê de û ji bo vê rêyê gotinan dikin ne ji me ne. Kesên ku kesên heqiyê xesp dikin û wan kesan dişibînin Xizir, bêedebî ye. Ev rê tu carî heriyê di xwe de nahebîne. Baweriya me tozê nagire û wê tozê negire jî."    ‘KETÎ YE'    Guneş got: "Xizir alîkarê vî xoceyê xwedî van gotinan be. Rêya rast nîşanî wî bide. Heq wî isleh bike. Bi van gotinan pêşî ji çavên civaka elewî û beriya her tiştî jî ji çavê heqiyê ketiye."    MA / Semra Turan