ROJEVA 10'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-10 09:00:33   * Asoya Helbesta Kurdî ya ku li ser sepana telefonan xebatên helbestên kurdî birêve dibir dawî li sepanê anî û derbasî malpera înternetê bû. Rêveberên malperê di salvegera rizgarkirina Kobanê de dest bi weşanê kir û gotin armanca wan ew ku helbesta kurdî bigihînin her devera cîhanê.    * Ridvan Kaya ku 57 roj in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bilêv kir ku ew di çalakiya xwe de bibiryar in û got: "Heta em vê tecrîdê perçe nekin, wê çalakiya me dewam bike. Em hay ji encamên wê hene. Ji bo wê bedêl çi dibe bile bibe em amade ne, em ê bidin."    * Hayatî Uzman ku 57 roj in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de ye got: "Serok, nefesa me ye. Bedêla wê çi dibe bila bibe, em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin."    * Li Heskîfê, qeyda 204 hilbijêran hatibû jêbirin. Ji bo vê yekê HDP'ê, serî li desteya hilbijartinê ya navçe û bajêr dan, lê belê serlêdana wê hat redkirin. Li ser vê HDP'ê, serî li YSK'ê da.    * Dedeyê cemxaneyê, qeyûmê tayînî Şaredariya Dersimê hat kirin şibandibû Xizir. Pîr û anayên elewiyan, bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Gelê me vî kesî qebûl nake. Dedeyê ku vî kesî dişîbîne Xizir jî, ketî ye. Bila Xizir alîkarê wî be."    * Sedat Alçîçek ku li Girtîgeha Tîpa F a Hacilarê di greva birçîbûnê de ye, nameyek ji Leyla Guvenê re şand. Di nameya xwe de got: "Helwesta te, biryardayîn li biryardayîna me zêde kir."    * Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rûxandina bin TOKÎ'yên li navenda bajêr got: "Ger avahî birûxin wê felaketek rû bide."    * HDK dê 1'emîn Lijneya Giştî ya Serdema 9'emin dê li avahiya xwe ya Tunelê pêk bîne. (10.00)   * Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê danezana Hilbijartinê ya Jinê Aşkere bike. (11.00)   * Îtîfaqa Demokratîk a Welatparêz, dê namzetên îtîfaqê yên hilbijartina 31'ê Adarê li salona konferansê bide nasîn. (13.00)   * Heyeta Mirovên Aqil ku di serdema pêvajoya çareseriyê de cih girtin Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdoğan, Prof. Dr. Baskın Oran û Rojnameger Gazeteci Ali Bayramoglu, dê hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 95 rojin di grevê de ye ziyaret bikin. (14.00)   * Malbatên ku zarokên wan di 10'ê Cotmehê de li GAR'a Enqere, di 20'ê Hezîranê de li  Pirsûsê, di 5'ê Hezîranê de li Amedê û di dîrokên cuda de li Dîlok, Sultanahmet, Reina û Balafirgeha Ataturk  de di êrîşên xwekujên zindî de jiyana xwe ji dest dan, bi dirûşmeya "Em ên edaletê dixwazin, li dijî siyaseta qetliamê, tên cem hev: Em dest jê bernadin" li Taksîma Stenbolê têm cem hev. (11.00-17.00)