HDP li Serhedê lez daye xebatên hilbajirtinê 2019-02-09 16:55:34   NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetên hevşaredariyan ên HDP’ê li gelek navendên herêma Serhedê xebatên hilbijartinê birêve birin û buroyên hilbijartinê vekirin.  Namzetên hevşaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li herêm Serhedê di nava gel de ne. Tevî hemû hewaya sar namzet dixebitin û xebatên hilbijartina herêmî birêve dibin. Namzetên hevşaredariyê her roja ku diçe tampoya hilbijartinê zêde dikin û kelecana hilbijartinê gav bi gav li her kolanên bajarên Serhedê berbelav dikin.    QERS    Namzetên Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca civîna gel li dar xistin. Bîlgen di civînê de axivî û got: “Gelê Qersê çawa parzûn dike û çawa tercîh dike, em hemû partî dakevin qadan û bêjin va em hene. Heke ew jî hebin em dibêjin hodrî meydan.” Bîlgen û Alaca piştî civînê esnafan ziyaret kirin.   WAN   Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên navçeya Bêgirê ya Wanê Leyla Balkan û Yilmaz bi beşdariya Namzetê Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci û Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, buroya hilbijartinê vekirin û behsa girîngiya hilbijartinê kirin.    AGIRÎ   Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Agiriyê Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogar jî tevî barîna berfê jî li navenda bajêr esnafan ziyaret kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç jî li gel namzetan cih girt. Esnafan namzetên hevşaredariyê bi kêfxweşî pêşwazî kirin.    ERZIROM    Namzetên Hevşaredariya HDP’ê ya navçeya Qereyaziya Erziromê Burhanettîn Şahîn û Melîke Goksu li gel rêvberên partiya xwe tevî barîna berfa zêde jî mal bi mal hilbijêran ziyaret kirin û esnafan jî ziyaret kirin.    Li navçeya Xinûsê ya Erziromê jî namzetên hevşaredariya HDP’ê çûn serdana sersaxiya welatiyên jiyana xwe ji dest dan e.