Bi hezaran kurd li dijî Tecrîdê ji Basel, Berlîn û Stockholmê dimeşin Strasboûrgê 2019-02-09 16:15:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta nêzîkbûna salvegera 15'ê Sibatê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiye kirin, bi hezaran Kurd û dostên Kurdan li Basel, Berlîn û Stackholmê  kom bûn berê xwe dan Strasboûrgê. Bi hezaran kurdên dimeşîn bê navber dirûşmeyên "Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin", "Bê Serok Jiyan nabe"  û "Bijî Serok Apo" dimeşin.      Di salvegera 20’emîn a radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye siyasetmedar, nûnerên saziyan û hunermend jî di nav de bi hezaran kurd û dostên kurdan bi dirûşmeya "Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin", "Bê Serok Jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" dest bi meşa dirêj a 8 rojan kirin. Meş dê heta Strasboûrgê bidome.    BASEL    Li Baselê meş, di pêşengiya KCDK-E’yê de li qada Barfusserplatzê ya Baselê bi mîtîngeke mezin dest pê kir. Girsê di mîtîngê de pankartên ji bo azadiya Ocalan û silavkirina çalakgerên greva birçîbûnê vekirin. Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur di destpêka meşê de axivî û wiha got: “Armanca me ya sereke ya vê meşê ev e ku, em daxwazên hevalên xwe ji cîhanê re ragihînin. Heta ku tecrîda li ser Ocalan neşikê wê ne gelên Tirkiyeyê û ne jî gelên Rojhilata Navîn azad nebin.”   AYDAR: EMÊ BI BERXWEDANÊ RÊBERTIYÊ AZAD BIKIN   Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî diyar kir ku gelê Kurd li her qadê li ber xwe didin û wiha got: “Di sala 20’emîn a komployê de, em ê bi berxwedana xwe Rêbertiya xwe azad bikin û em ê komployê hilweşînin. Em dizanin, bi berxwedana me re, tirsa rejîma faşîst jî zêde dibe.”    Li ser navê SYKP, MLKP, ATÎK, AvEG-KON, ADHK, KPP û PYD’ê axaftin hate kirin û qala girîngiya meşê hate kirin. Di axaftinan de hate gotin ku “Bi şikandina tecrîsa li ser Ocalan re wê gelên Tirkiyeyê azad bibin.”   NÛNERÊN GELEK SAZIYAN TEVLÎ MEŞÊ BÛNE   Parlementer û hevşaredarên HDP’ê yên ji neçarî hatine Ewropayê, Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevseroka KCDK’ê Fatoş Goksungur, endamên CÎK’ê, hunermend, endamên KNK’ê û nûnerên SYKP, MLKP, ATÎK, AvEG-KON, ADHK, KPP û PYD’ê jî di nav de nûnerên gelek saziyan tevlî meşê bûne.   STOCKHOLME    Li Stockholmê meşa li dijî tecrîdê dest pê kir. Kurd û dostên wan bi heman armancê li paytexta Stockholmê ya Swêdê, dest bi meşeke 2 rojan kirin. Kurd û dostên wan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo hevgirtina çalakgerên greva birçîbûnê li Stockholmê dest bi meşeke 2 rojan kirin. Girse li Qada Medborgarplatsenê hatin ba hev û bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi pankartên ji bo rakirina tecrîdê dest bi meşê kirin. Çalakger li her ciha ku derbas dibin, derbarê zextên li ser mafên mirovan ên ku Tirkiye dike, tecrîda li ser Ocalan û derbarê çalakiyên greva birçîbûnê raya giştî haydar dikin. Meşvan bang li hikumeta Swêdê dikin da ku ji bo rakirina tecrîdê têkevin nav hewldanan. Çalakger di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo", "Daxwazên Leyla Guven,daxwazên me ne", "PKK gel e, gel em in" û "Erdoganê faşîst" berz dikin.   Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ew ê 2 rojan bimeşin û destnîşan kirin ku bi sedan çalakgerên greva birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdkirna Ocalan ketine greva birçîbûnê. Meş dê sibê saet 11.00’an de li Parka Ralambshovê dest pê bike û bi mîtînga Qada Normalmê bi dawî bibe.