Balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zekî Eşîn 2019-02-09 15:59:58   ENQERE – Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest girtiyê nexweş Zekî Eşîn ê yê ku tevî rapora wî ya “nikare di hepsê de bimîne” jî heye nayê berdan û demildest bê berdan.    Endamên Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 232’yemîn de çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê li dar xistin û balê kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Endamê Lîjneya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Huseyîn Demîrton û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de vê hefteyê balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zekî Eşîn.    Huseyîn Demîrton axivî û diyar kir ku Mehmet Zekî Eşîn yê 56 salî ev bû 27 sal in di girtîgehê de ye û Eşîn jî di nav de pêkanînên xerab û giran li ser girtiyan pêk tên û kontrolên girtiyên nexweş nayên kirin.    Demîrton anî ziman ku Eşîn li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û got: “Gelek nexweşînên Eşîn hene. Fitiqa piştê, hemoroîd, werimandina roviyên wî, sanco û kramp ji van nexweşînan in. Her çiqas du caran emeliyat bûbe jî lê hêj baş nebûyê. Ji ber nexweşînên xwe nikare rakeve û di gelek waran de nexweşînên wî hene. Ji ji ber gelek nexweşînan dermanan bikar tîne. Tevî ku nexweşînên giran ên Eşîn hene jî lê bijîşka rapora “dikare di hepsê de bimîne” danê û nayê berdan. Em dixwazin Emîş demildest bê berdan.”