Çalakiya pirsîna aqûbeta windahan li Amed û Êlihê hat lidarxistin 2019-02-09 15:58:25   AMED / ÊLIH - Li Amed û Êlihê, di çalakiyên xizmên windahayan de, aqûbeta Ramazan Kaya û Zeynel Kursep hatin pirsin.   Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê yên Amed û Êlihê, di çalakiyên "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" ên vê heftê de bal kişandin ser cînaeta Tahîr Elçî. Şaxa ÎHD'ê xwe çalakiya xwe ya hefteya 522'yan li Parka Koşuyalê ya Amedê pêk bîne, lê polîsan destûr nedan. Li ser vê yekê çalakî li avahiya şaxê pêk hat û fotoyên windayan hatin vekirin. Rêveberên ÎHD'ê, xizmên windayan, Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) ê yê Amedê Mehmet Sayîn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.    RAPORA CÎNAYETA ELÇΠ   Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yuksel Aslan Acar di çalakiyê de axivî û wiha got: "Biryara qedexekirina çalakiyê ya ji aliyê walîtiyê ve hat dayîn ne hiqûqiye û li dijî qanûna. Duh rapora  cînayeta Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat eşkere kirin. Rapora ku li navenda Îngîltere hat amadekirin bal kêş bû. Bi vê derket holê ku cînayeta Elçî li ber çavan hatiye  kirin, ne dibin çavan de. Ligel ku evqas dem derbas bû jî gavek tenê jî nehatiye avêtin. Divê kujerên Tahîr Elçî demildest bên darizandin û girtin."    'CERDEVANAN REVANDIN'   Endamê Komîsyona Windayan û Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Adnan Orhan jî, aqûbeta Ramazan Kaya yê li gundê Eryol a Amedê di Gulana sala 1991'an de ji aliyê cerdevanên gundê Rokolo ve hat revandin û serwinda kirin, pirsî. Orhan çîroka Kaya vegot û wiha got: "Ramazan Kaya bi karê çotkariyê ve eleqeder dibû. Kaya ji aliyê 4 cerdevanên gundê Rokolo yê Amedê ve tê revandin û carek din agahî jê nayê girtin. Li gorî vegotinên xwişka Kaya Husna Kaya, fermandarê qereokê bûyer tenê ji sercerdevan pirsî û wî jî got 'kesek wiha nehatiye revandin.' Ligel hemû hewldanan jî aqûbeta Kaya nehat dîtin. Em dixwazin aqûbeta windan bê dîtin û faîl bên darizandin."   Piştî axaftinên hatin kirin, 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH   Li Êlihê jî ÎHD û xizmên windayan, di hefteya 248’ê de jî aqûbeta windayan pirsîn. Çalakiya li Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê hate kirin, Parlementera HDP’ê ya Êlihê Nedet Îpekyuz û endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî destek danê. Ji Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Gulbahar Kaya ya ku di çalakiyê de aqûbeta Zeynel Kuresep a 24’ê Adara 1994’ê hatibû windakirin pirsî, bav Îbrahîm Kursep jî bîranînên nameya ku qala bîranînê kurê xwe dike xwend.   Piştî daxuyaniyê 5 qede çalakiya rûniştinê pêk hat.