Ozturk: Gelê Kurd tecrîd dikin, emê tecrîdê bişkînin 2019-02-09 14:12:37 MÊRSÎN - Li Mêrsînê li gel barana zêde bi hezaran kes li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herikîn qada mîtîngê. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di mîtîngê axivî û got: "Emê tim bêjin ‘Êdî bese, êdî bese."Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku Çawan ku berxwedana zindana Amedê faşîzma 12’ê Îlonê hilweşand, îro jî berxwedana Leyla Guven dê rejîma faşîzma AKP’ê hilweşîne   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û piştgiriyê bide çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 94 rojin di greva biçrîbûnê de ye mîtînga “Edalet, Azadî û demokrasî" pêk anî. Bi hezaran kes tevî baranê herîkîn qada Mîtîngê ku li tenişta Stadyuma Tevfik Sırrı Gar a Yenîşehirê pêk hat. Bi deh hezaran kesên li qada mîtîngê kom bûn beriya mîtîng dest pê bike li ber stranan govendê digerînin. Bi hezaran kesên hatin qadê bi alên HDP'ê qad xemilandin. Tevî ku polîsan li gelek cihan nokteyên kontrolê danîne û 3 nokteyên lêgerînê ava kirine jî bi hezaran kes derbasî qadê bûn. Bi hezaran kesên gihiştin qadê govendê digerînin. Li dika mîtîngê pankarta bi kurdî û tirkî “Demokrasî, Azadî û Edalet" vekirin.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaîl Temellî, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, wekîlên HDP’ê, gelek rêveber û endamên partiyê û nûnerên rêxistinê civakî beşdarî mîtîngê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê mîtîngê dest pê kir. Di mîtîngê Hevserokê HDP’ê yên Bajêr Zelal Onen û Mûstafa Işik axivî û bal kişandin ser çalakiya Leyla Guven.    PIRSGIRÊKA AKP Û MHP’Ê HEYE    Piştî axaftina hevserokên bajêr Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha got: “Gelê Çukurova, weke duh îro jî li dijî faşîzmê têdikoşe. Tecrîda li Îmraliyê, di heman demê de li ser vîna gelê Kurde. Îro tecrîd li dijî aştiyê û vîna gelê Kurd pêk tînin. Pirsgirkêk beka ya Tirkiyeyê nîne, di rastiyê pirsgirêka beka ya AKP û MHP’ê heye.”    Ozturk, wiha gotinên xwe berdewam kirin: “Leyla Guven û hevalên me yên girtî ketine nava berxwedanek dîrokî. Ji bo serdema tarîtiyê bûne ronahî. Divê me jî bi ronahiyê li hemû daran dengê xwe bilind bikin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ev tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalane, li ser hemû Kurdane. Ocalan vîna bi mîlyonan Kurde û desthilatdariya faşîst a AKP’ê bi zanebûn vê dike. Tecrîdê datîne ser vîna gelê Kurd. Li ser diziyê dixebite. Lê dema tengav dibe êrîşî gelê Kurd dike. Ev tecrîd jî yek ji van êrîşane. Divê em bi hezaran li dijî van faşîzman û zaliman derbikevin. Emê tim bêjin ‘Êdî bese, êdî bese.’”   ‘EM KESÊN BERXWEDAN MEZIN KIRIN SILAV DIKIN’   Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît piştî Ozturk derket ser dikê û wiha xîtabî gel kir: “Îro di şexsê Leyla de silav ji kesên li Mêrsînê berxwedan mezin kirin re. Guven ne jî bo xwe, ji bo hemû gel û baweriyên li vî welatî dijîn, rêya têkoşînê vekir. Niha divê em hemû bi hevre vê rêyê mezin bikin û bigihînin serkeftinê. Ev dem vê yekê ji me dixwaze. Çawan ku berxwedana zindana Amedê faşîzma 12’ê Îlonê hilweşand, îro jî berxwedana Leyla Guven dê rejîma faşîzma AKP’ê hilweşîne. Yên ku di tecrîdê de israr dikin, bila baş zanibin ku me tu caran serî netewand û emê netewîn in. Em bang li hemû gelan dikin ku ji bo rakirina tecrîdê li ser xwe bidin û têbikoşin.”