Der barê dosyeya Çelikê ku li malê hat kuştin biryara nepeniyê hat dayîn 2017-11-04 19:44:04 AMED - Der barê dosyeya Murat Çelîk ku duh li Amedê di serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, biryara nepeniyê hat dayîn.  Duh li Taxa Hûzûrevlerî ya navçeya navendî Peyasê ya Amedê polîsan avêmt ser mala Murat Çelîk û di avêtina ser malê de Çelîk hatibû kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê lêpirsîna bûyera kuştina Çelîk de biryara nepeniyê da. Cenazeyê Çelîk li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê tê rawestandin û hat diyarkirin ku heta encama DNA'yê temam nebe, wê cenaze neyê dayîn. Hîn jî îfadeya hevjîna Çelîk, Asya Çelîk ku di bin çavan de ye nehatiye wergirtin. Parêzera Çelîk Guler Îpek Aybar, anî ziman ku der barê dosyeyê de biryara nepeniyê hatiye dayîn û wan rapora tenduristiyê ya muwekîla xwe jî nedîtiye.    'RAPORA TENDURISTIYÊ NADIN'    Aybar, diyar kir ku rewşa tenduristiya muwekîla wê baş e û ji ber biryara nepeniyê, wê rapora tenduristiyê ya muwekîla xwe jî nedîtiye. Aybar, anî ziman ku di bin çavan de heqaret li Çelîkê hatine kirin, muwekîla wê Asya Çelîk li Gerînendetiya Şaxa Têkoşîna li Hemberî Terorê tê ragirtin û ew nizanin dê dema binçavkirina wê çend rojan bidome.