Polîsan di serdegirtina malê de çek xistin serê zarokan 2019-02-09 12:11:03 AMED - Hat îdîakirin ku polîsan li Amedê bi ser mala malbata Aslan de girtin, ferdên malbatê derp kirin û çek xistin serê zarokên biçûk    Li Taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê, polîsan duh serê sibê bi ser mala malbata Aslan de girtin. Hat diyar kirin ku polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mûşê dayî dest pê kirin de, bi ser malê de girtin û Sedrettîn Aslan ê 58 salî binçav kirin. Hat destnîşan kirin ku Aslan ê birin Midûriyeta Polîsan a Amedê nexweşiyên wî yên şekir, tansiyon û dil hene. Hat payîn ku Aslan dê bidin Mûşê.    Hat îdîakirin ku di serdegirtina malê de polîsan ferde malbatê derp kirin û çek xistin serê zarokên biçûk.    Hevjîna birayê Sedrettîn Aslan ê hat binçavkirin Adalet Aslan a 42 salî, tiştên ku li mala tiyê wê hatin jiyîn wiha vegot: “Bi hovîtî ketin hûndirê malê. Dema ez çûm mala tiyê xwe bi erdê re  dirêj kiribûn. Heqaret lê dikirin û derp dikirin. Buka tiyê min jî derp kirin. Mal ser û bin kirin. Zarokên min û tiyê min 13 salîne. Çek xistin serê zarokên me. Zarok tirsiyan. Dema min xwest herim gel wan, polîsan ji min re gotin ‘Jinê ne axive, serê xwe raneke, emê mejiyê te bipelixînin.’ Ez bi erdê re dirêj kiribûm û 6 kesan pêl min kirin. Ji me re digotin ‘Hûnê ne axivin.’”   Aslan, anî ziman ku zarokên wê ji tirsan newêrin derkevin derve û wiha bertek nîşanî nêzîkatiya polîsan da û wiha got: “Ji tiştên hûn dikirin re êdî bese. Bila vê yekê zanibin em qet natirsin. Ew çiqas bi ser me de bên, emê jî wan ewqas teşhîr bikin. Em ji wan natirsin.”   Bira Salih Aslan ê 47 salî jî, diyar kir ku polîsan deriyê mala birayê wî û deriyê avahiya lê dijîn şikandin û ketin hûndir. Bira Aslan, anî ziman ku polîsên ketin hûndirê malê, tevî zarokan hemû kes bi erdê re dirêj kirin û çek xistin serê wan.    Aslan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Polîsan birayê min, biraziyê min û bûka wî derp kirin. Polîsên ku leza xwe negirtin neviyê birayê min ê 6-7 salî jî derp kirin.”