Turkdogan: DMME di bin bandora xebatên lobî de dimîne 2019-02-09 11:42:05   ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan biryara DMME’ê ya ji bo Cizîrê da nirxand û diyar kir ku xebatên lobî yên Tirkiyeyê di biryarê de xwedî bandor e û divê dadgeh dest ji biryarên siyasî berde.  Parêzerên doza navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo binpêkirina mafên mirovan ên di serdema qedexeya derketina derve de qewimî serî li Dadgeha Mafên Mirova ya Ewrûpa (DMME) dabû. DMME’yê bi hêceta hiqûqa navxweyî hêj qedandin serlêdanê red kir. Bertekên li dijî biryara DMME’ê ya betalkirina dozê dewam dikin. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) Ozturk Turkdogan biryara DMME’yê nirxand.    Turkdogan bi bîr xist ku di serdema qedexeya derketina derve de du koman serî li DMME’yê dane û got: “Di koma ewil de nemir Tahîr Elçî serî lê dabû. Ji van dozan birin DMME’yê bi prianî kesên di jêrzemînên Cizîrê de û li Sûrê jiyana xwe ji dest dabûn hebûn.” Turkdogan anî ziman ku DMME’yê biryara tedbîrê ku berê dabû jî ji nedîtî ve hat.    ‘VEGUHERIYE DADGEHEK SIYASÎ’    Turkdogan diyar kir ku biryara bi israr a DMME’yê gumanên wan jê hene û got: “Em ne li bendê bûn ku dê DMME wisa ji serdestiya hiqûq veqete û me texmîn nedikir.” Turkdogan destnîşan kir ku DMME jî baş dizane dema polîtîkayên ewlehiyê yên millîbûna Tirkiyeyê dibe mijara gotinê Tirkiye di hiqûqa navxweyî de bêbandor e û got: “Niha ji bo me DMME ji wesfê dadgeha mafên mirovan derketiye. Veguheriye dadgehek siyasî û êdî biryarên siyasî dide.”    'EM Ê DMME’YÊ TEŞHÎR BIKIN’    Turkdogan da zanîn ku biryarên siyasî û alîgiriya DMME’yê nayê qebûl kirin û got: “DMME êdî ne bi hindikî bi temamî bûye parçeyek siyasî. Em ê di vê mijarê de hem DMME’yê teşhîr bikin û hem jî bi tundî rexne bikin.”    Turkdogan bertek nîşanî dirêjkirina dozê da û wiha got: “Çawa bû ku we piştî 3 salan vê biryarê da. Me egle kirin. Hemin we vê biryarê dide bila we vê biryarê di 2016’an de bidaba. DMME 3 salan me ewiqandiye. Bi heman rengî AYM jî bersiv neda serlêdanên me. DMME û AYM 3 sal in me eware dike.”    'BIRYAR ŞERMDÊR E’    Turkdogan diyar kir ku biryara DMME’yê şermdêr e û wiha got: “Li gorî min divê DMME wiha bigota baştir bû; ‘Em tirsiyan ku bi deh hezaran dosye werin. Kurdan kuştine, li Tirkiyeyê muxalîfan avêtine hepsan û ne di xema me de ye. Hûn biçin Tirkiyeyê Dadgeha wan a Destûra Bingehîn çi dike bila bike. Heke ew der biryara betalkirinê bidei hûn werin cem me em ê jî piştî 10 salan biryarê bidin.’ Heke wisa bigotina dê bêtir bihata fêmkirin. Em ji ber vê biryara DMME’yê ya ku ji bo binpêkirina mafan daye me xemgîn kir.”    'DMME DI BIN BANDORA XEBATÊN LOBÎ DE MAYE’    Turkdogan gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê DMME demek beriya demekê dest ji vê nasnameya xwe ya siyasî berde. Pêwîst be divê di navbera xwe lêpirsîn bide destpêkirin jî. Çimkî li Tirkiyeyê gelek xebatên bi hêz ên lobî hene. Li gorî min fêm kir DMME di bin bandora vê xebata lobiye de maye. Ez wek parêzvanek mafên mirovan dixwazim nameyek ku qala van hemû rewşan dike, ji serokên dewletê û serokên hikumetên endamên welatên xwedî nirxên demokratîk in re binivîsim. Ez dixwazim bipirsim li DMME’yê çi dibe.”    MA / Bêrîvan Altan