Sariyildiz: Biryara DMME dê heqîqeta li Cizîrê neguhere 2019-02-09 09:53:45   ŞIRNEX - Yek ji şahidên bûyerên li Cizîrê hatin jiyîn, Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Faysal Sariyildiz, biryara DMME nirxand û got: “Ev biryar, heqîqeta li bajêr hat jiyîn dê nekare biguherîne. DMME ya ku tenê berjewendiyê Tikiryeyê diparêze, êdî ji bo malbatên zarokên wan bi saxî hatin şewitandin tu nirx û wateya wê nemaye.” Dadgaha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana li ser navê Orhan Tunç ê li navçeya Cizîr a Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de, di dema qedexeyên derketina derve de bi 137 mirov re di jêrzemînan de hatin kuştin, hatibû kirin, bi hinceta “hiqûqa navxweyî neqediyaye” red kir.   Yek ji şahidên bûyerên li Cizîrê qewimîn, Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê Şirnexê yê berê Faysal Sariyildiz, biryara DMME nirxand.    'BIRYAR TENÊ BERJEWENDIYÊN TIRKIYEYÊ DIPARÊZE'   Sariyildiz, diyar kir ku DMME tenê berjewendiyên dewleta Ewropayê diparêze û wiha axivî: “Li dijî vê biryarê pir bi hirsim. Em li hemberî nêzîkatiyek tenê berjewendiyên Tirkiyeyê diparêzin re rû bi rû ne. Di dema hovîtiya dewletê ya li Cizîrê dihat jiyîn, em DMME naskir. DMME gelek nirxandin kirin. Dema nirxandin tên kirin, divê biryar jî bê dayîn. Ev jî dide nîşandan ku nirxandinên hatin kirin, demek kî ne ji bo naskirina  rewşa Cizîrê bûn. Bi vê biryarê derket holê ku di warê hiqûqî de nirxandin nehatiye kirin. Em bi dadgehake ku parastina dewletê, weke parastina xwe dibîn re rû bi rû ne.”   ‘GELO ÇIMA HIQÛQA NAVXWEYÎ NAYÊ QEDANDIN, DIVÊ BÊ LÊPIRSÎN’   Sariyildiz, daxuya kirin ku êdî tu wateya biryara ku DMME bide, nemaye û wiha bilêv kir: “Li gorî me DMME êdî pergaleke ku tenê berjewendiyan diparêze ye. Em behsa dadgeheke ku bûyerên li Cizîrê hatin jiyîn nabîne, dikin. DMME jî di ferqa vê deye. Heya ku ev nêzîkatî hebe, dê tu carî hiqûqa navxweyî bi dawî nebe. Êdî ji bo malbatên zarokên wan bi saxî hatin şewitandin tu nirx û wateya DMME nemaye. Êdî nikare mafê mirovan û demokrasiyê bi parêze. DMME êdî bûye hevkarê sûcên şer ên li Tirkiyeyê tên kirin. Lê gelê me, hem dê li dijî DMME û hem jî li dijî saziyên mîna wê li ser derewan hatine avakirin, bedel çi dibe bila bibe dê li ber xwe bidin.”   'A GIRÎNG HEQÎQET E'   Sariyildiz, dest nîşan kir ku tiştên li Cizîrê hatin jiyîn li dîrokê hatin nivîsandin û wiha dawî  li axaftina xwe anî: “Êdî di hafizeya gel de hatin bi cih kirin. A girîng hebûna heqîqetê ye û ev biryar jî dê  nekare vê heqîqetê biguherîne. Ev nêzîkatî cesaretê dide rêveberiya kojer a Tirkiyeyê. Sûcekê şer ê mezin hatin kirin. Piştî vê nirxandinê, dibe ku sûcên hîn mezintir bên kirin. Lê nêzîkatî çi dibe bila bibe, em ê li dijî pergalên berjewendîparêz li ber xwe bidin.”