Dadgehê 'Hêza Tirk' nîşan da û 56 sal ceza birî 2019-02-09 09:23:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 52 karkerên ku 4 sal berê li Navçeya Geverê ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin û rastî heqareta "Hûn dê hêza tirk bibînin' hatin jê Mehmet Gezen û Îlyas Yorgun her yek rastî 28 sal ceza hatin. Mehmet Gezen, diyar kir heyeta dadgehê ceza li wan birî di hewaya "Esil hûn dê niha hêza tirk bibînin" de bû.  Li navçeya Geverê di 5'ê Tebaxa 2015'an de tîmên taybet bi ser şantiyekê de girtibûn û 52 karkerên şandiyê binçav kiribûn. Tîmên taybet dema karker binçav kiribûn îşkence û heqaret li wan kiribû. Di dîmenên piştî vê îşkenceyê hatin belav kirin hat dîtin ku tîmên taybet destê wan li pişt wan girê daye û xistine rêzê û dibêjin "Hûn dê hêza tirk bibînin." Ji kesên di bûyerê de hatin binçavkirin Mehmet Gezen û İlyas Yorgun her yek rastî cezayê 28 salan hatin.    Di danişîna ewil a doza der barê karkeran de Formenê Şantiyeyê Kemal Yeklitaş û operatorê rokê Burhan Gülcan hatibûn berdan. Karker Metin Gezen Îlyas Yorgun nehatibûn tahliyekirin. Heyeta dadgehê tevî delîl tune bûn jî, di danişîna 18'ê Çileya 2019'an de  der barê Gezen û Yorgun de bi sûcdariya "Endamtiya rêxistinê" û "stendina çek û muhimmatan" ji bo her yekî 28 sal ceza birîn.    DÎHA RASTÎ DERXISTIBÛ HOLÊ    Têkildarî bûyera 5'ê Tebaxa 2015'an ku tîmên polîsên taybet bi ser şantiyê de girtibû, Walitiya Colemêrgê daxuyanî dabûn û gotibû li şantiyê muhîmmat hatiye bi destxistin. Ev rastiya serdegirtina şandiyê û îşkenceya ku polîsên tîmên taybet li karkeran kir, ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA) ve derketibûn holê. Di qeydên dîmenan de ji xeynî çêkên polîsan çekên din tune bû. Di dîmenan de hatibû dîtin ku polîsên tîmên taybet dibêjin "Hûn dê hêza Dewleta Komara Tirk bibinin! Ez we tevan nas dikim. Kî xayiniyê dik, kî îxanete dike dê bibînin. Vê dewletê çi ji we kiriye lan? Hûn dê hêza tirk bibînin temam  e?" û îşkence û gef xwaribûn.      Gezen ku li şantiyê hat binçav kirin û girtin, piştî ceza lê hat birîn der barê ceza de nameyek şand û got: "Di bin çavan de em li erdê dirêj kirin û heqaret li me kirin. Îşkence li me kirin. Ev di çapemeniyê de jî hat dîtin û gotin 'Hûn dê hêza tirk bibînin' Wê bûyerê dênî 2 mehan di rojevê de cih girt. Têkildarî îşkenceya li me hatiye kirin raporên me yên lêdanê jî hene. Lê têkildarî îşkenceya li me hatiye kirin hêj doz bi encam nebûye. Têkildarî vê meseleya îşkenceyê de agahî nadin me.    HEYETA DADGEHÊ DI HEWAYA 'ESIL HÛN DÊ NIHA HÊZA TIRK BIBÎNIN' DE BÛ     Gezen, di nameyê de anî ziman ku danişîna wan di 18'ê Çileya 2019’an de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hatiye dîtin û wiha got: "Dadgehê di danişinê de li min 3u Îlyas Yorgun ji bo me her yekî 28 sal ceza birîn. Dadgehê bêyî delîl ceza birî. Heyeta dadgehê di danişînê de di hewaya "Esil hûn dê niha hêza tirk bibînin' de bû. Heyetê bi hinceta em bê hurmet tev geriya ne cezayên me kêm nekir. Gezen, rexne li sazî û rêxistinên sivîl û civakî kir û wiha got: "Rêxistin û saziyên sivîl di destpêkê de daxuyanî dan û diyar kirin ku ewê heta dawî bûyerê bişopînin û şopdar bin. Lê di pêvajoya darizandinê de tu sazî û rêxistinên sivîl eleqe nîşan nedan.    Dadgehê ceza li Nûçegîhanê DÎHA Nedim Turfent ku nûçe çê kiribû birîbû. Heyetê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh ceza birîbû.