Aydin: Em ê ji bo dosyeya Elçî hinekî din jî sebir bikin 2019-02-09 09:18:01   AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, destnîşan kir ku eger di dosyeya cinayeta Tahir Elçî de tu pêşketin rû nedin, ew ê ewilî dosyeyê ji AYM'ê re û eger li vir jî tiştek dernekeve ew ê serî li DMME'yê bidin.    Baroya Amedê, di 14'ê Kanûna 2018'an de rapora Forensic Architecture ya Zanîngeha Londrayê der barê cinayeta Tahir Elçî de amadekiribû û tê de "kiryarên muhtemel" hatibûn diyarkirin radestî Serdozgeriya Komarê ya Amedê kiribû.    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, der barê vê raporê de axivî û bi bî bîr xist ku wan di 14'ê Kanûnê de ev rapor berpêşî Serdozgeriya Komarê ya Amedê kiribû, lê belê heta niha dozgeriyê tu tişt nekiriye.    ‘DOSYE BI RÎSKA KIRYAR NEDIYARIYÊ VE RÛ BI RÛ YE'    Aydin, destnîşan kir ku rîskeke ku ev dosyeya serokê wan Tahir Elçî bibe qurbana polîtîkayê necezakirin. Aydin, bilêv kir ku li Tirkiyeyê polîtîkaya necezakirinê veguheriye rewşeke kronîk.    Aydin, bi awayekî neçalak birêvebirina lêprisînê rexne kir û got: "Mixabin meseleya necezakirin, bi awayekî neçalak birêvebirina lêpirsînên bi vî rengî, meseleyeke kronîk e. Berê jî der barê vê yekê de gelek gilî û gazincên der barê Tirkiyeyê de çûn Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Ji bo vê yekê gelek tespîtên dadgehê hene. Bi taybetî jî lêpirsînên ku hêzên dewletê bersûc in. Eger meqama lêpirsînê doz vekiribe, meqama peyketinê (taqîbatê) vê yekê bi awayekî ne ji dil bi rê ve dibe. Tespîtên di vî warî de gelek in. Di vê dozê de jî rîskeke wisa heye. Mixabin, wexta hêzên dewletê kiryar an jî gumanbar bin, lêpirsîn baş nayên kirin. Em ji destpêkê ve hay ji vê hene. Jixwe kêmasiyên di vê dozê de, ji destpêkê ve rû dane. Piştî bûyerê 4 meh şûnde li cihê bûyerê keşif hat kirin û bi tu awayî ewlehiya cihê bûyerê nehatiye parastin. Di van şert û emrcan de pir ne mumkun e ku lêpirsîn bi ser bikeve."    ‘EM Ê LI GOR GAVÊN TÊN AVÊTIN TEV BIGERIN'    Aydin, destnîşan kir ku ew li bendê ne ku meqama lêpirsînê biryara girtina van kesan bide û got: "Em Baroya Amedê, hewl didin kêmasiyên heyî temam bikin. Yanî em alîkariya meqama lêpirsînê dikin. Ji bo xwe bigihîne vê lêpirsînê çi ji destê me tê em dikin. Em ê li bendê bin. Em dikarin hinekî din jî bisekinin. Em ê binerin ka dozgerê komarê, dozgerê lêpirsînê bê çi dike. Em ê hinekî din jî sebir bikin. Em ê li gor vê biryarê bidin ka em ê serî li li meqamên din bidin an na. Em ê binerin ka piştî vê raporê û vîdeoyê bê wê gaveke çawa bavêjin. Eger em gaveke ji bo encamgirtinê bê avêtin, em ê bi her awayî piştgiriyê bidin. Lê belê ger pêşketinek rû nede em ê pêşî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin û eger li vir jî tiştek çênebe em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.