Qeydênd zimanê kurdî didomin 2019-02-09 09:14:39 STENBOL – Qeydên serdema biharê yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kirin. Li komeleyê dersên bi zaravayê kurmancî, kirmanckî û soranî tên dayîn û wê ders di 23'yê Sibatê de dest pê bikin. Mamosteyên komeleyê, ji bo beşdarbûyîna dersên kurdî bang li herkesî kirin.  Qeydên serdema biharê yên zimanê kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kirin. Wê li komeleyê dersên zaravayê kurmancî, kirmanckî û soranî bên dayîn. Yek ji mamosteyên Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyup Subaşi, diyar kir ku wê serdema wan a biharê di 23'yê Sibatê de dest pê bike û ji bo beşdarbûyînê bang li herkesî kir.    SÊ ZARAVA    Subaşi, bilêv kir ku ew ê di vê serdemê de bi sê zaravayan desr bidin û got: “Em ê dersên kurmancî, kirmanckî û soranî bidin. Wê kurmancî çar ast bin, kirmancî du ast û soranî jî astek be. Wê ders di nava heftê û dawiya heftê de bên dayîn. Di nava heftê de du rojan; duşem û çarşem. Dawiya heftê jî roja şemiyê." Subaşi, diyar kir ku berê ji bo soranî wan atolye vekiribû, lê belê niha ew ê wekî ders bidin û got: "Em dixwazin bi awayekî dersên xwe yên soranî jî berdewam bikin. Em ê di vê serdemê de tenê ji bo astekê dersa soranî bidin. Paşê em ê di asta duyem û sêyem de berdewam bikin."    Subaşi, ji bo beşdarbûyîna dersan û qeydan bang li herkesî kir û got: “Destpêkê, bang li hemû kesên ku wê vê nûçeyê bixwînin dikim. Bila vê nûçeyê belav bikin. Bi vî awayî jî dikarin piştgiriyê bidin xebatên me. Em dibêjin kurdî jî weke her zimanên din xwedî alfabêyekê ye. Bi alfabêyê tê nivîsin. Ji bo wê alfabêye bizanibin û pê binivîsin, bila werin vir û di demeke kin de hînî alfabêya kurdî bibin. Hînî xwendin û nivîsandina kurdî bibin. Ji ber ku heta kesek bi zimanê xwe ye dayikê bi xwendin û nivîsînê nizanibe, ew ê nebin xwendevaneke tam. Lewma jî bila werin vir hînî xwendin û nivîsandina kurdî, çand û huner û edebiyata kurdî bibin.”   Roja ders û astên dersên komeleyê wiha ne:    “Kurmancî:  Asta 1: Duşem û Çarşam: saet: 19.00-21.00   Asta 2:  Duşem û Çarşem saet: 19.00-21.00   Soranî: Asta 1: Sêşem saet: 18.00-21.00   Kurmancî dawiya hefteyê: Asta 1: Şemî saet: 11.00-14.00   Asta 2: Şemî saet 14.00- 17.00   Asta 3: Şemî saet : 14.00-17.00   Asta 4: Şemî saet : 17.00-20.00   Kirmanckî (Zazakî) : Asta 1: Şemî saet: 11.00-14.00   Asta 2: Şemî saet: 14.00-17.00”   LÎNKA FORMA QEYDÊ   Kesên ku dixwazin qayda xwe çêbikin dikarin biçin komeleyê ku Taksîmê ye, an jî dikarin bi rêya lînka li jêr qeyda xwe çêbikin:    https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSetf9evmRqsK58QqOu4ZpHT-zjTGltGZQOxixVWlhAJ4dKI9Q/viewform?c=0&w=1   MA / Sadiye Eser