Girtiyê nexweş Ahmet Çelîk nayê tedawîkirin 2019-02-09 09:13:14   ÎZMÎR - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, girtiyê nexweş Ahmet Çelîk (45) nayê tedawîkirin û her diçe rewşa wî girantir dibe.  Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Çelîk (45) ku di sala 2015'an de li Mêrdînê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin 15 sal ceza lê hat birîn, her diçe xirabtir dibe. Çelîk, ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê pêşî sewqî Girtîgeha Tarsûsa Mêrsînê hat kirin, ji ber di dema binçavkirinê de hat îşkencekirin û li serê wî hat dayîn her diçe mêjiyê wî biçûk dibe. Ji bo Çelîk bê tedawîkirin sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hat kirin. Xwişka wî Aysel Ozkûl, diyar kir ku li girtîgehê birayê wê nayê tedawîkirin.    ‘3 MEH BERÊ JI BO TEDAWIYÊ HAT SEWQKIRIN'    Ozkûl ku hevdîtin bi birayê xwe Çelîk re çêkir, bilêv kir ku 3 meh in birayê wê nayê tedawîkirin. Ozkûl, diyar kir ku dest û piyên birayê wê direhilin, çavê wî şehitîne û fonksiyonên wucûdê wî kêm bûne. Ozkûl, destnîşan kir ku bi tu awayî pêdiviyên birayê wî pêk nayên û got: "3 meh berê ji bo tedawiyê birayê min anîn vir. Lê wî tedawî nakin. Ev girtîgeh îşkencexane ye. Wî nabin cem bijîşk. Ma wê çawa baş bibe. Mejiyê birayê min biçûk dibe û dermanên wî nadinê. Berî bê sirgûnkirin bi gopal dimeşiya, lê niha gopal jî nadinê."    ‘HER DIÇE BER BI MIRINÊ VE DIÇE'    Ozkûl, destnîşan kir ku 6 zarokên birayê wê hene û ji ber vê rewşê derûniya hevjîna wî û zarokên wî xirab bûye û got: "Hîn jî serê birayê min werimandiye. Birayê min nexweş e, lê tim tê sirgûnkirin. Min hevdîtin pê re çêkir, li tiştek nayê bîra wî. Ji min re digot 'bila kes min ji bîr neke.' Saziya Tiba Edlî birayê min sewqî vira kir. Lê mixabin raporên wî esas nayên girtin. Li Tirkiyeyê, girtiyên nexweş pir in û divê demildest bên berdan. Divê hemû li nexweşxaneyan û di şertên baş de bên tedawîkirin. Îdareya girtîgehê ji me re dibêje em wî tedawî dikin. Madem wisa ye, nexwe çima ev mirov seqet in. Êdî bes e; eger birayê min saleke din jî di girtîgehê de bimîne wê bimire. Her diçe ber bi mirinê ve diçe."    SERÎ LI ÎHD'Ê DAN    Ozkûl, da zanîn ku birayê wî û girtiyên nexweş Ergîn Aktaş û Ahmed Xamî di heman qawîşê de ne û rewşa van her du girtiyan jî giran e. Ozkûl, bilêv kir ku wan ji bo rewşa birayê xwe serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Odeya Bijîşkan daye. Ozkûl, bang li Wezareta Dadê kir û got, divê demildest hemû girtiyên nexweş bên berdan.