ROJEVA 9'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-09 09:00:39   * Endama Piştevaniya Morê Denîz Ûsûl, pêşnûmaya qanûnî ya der barê efûkirina îstismarkirina li hemberî zarokan nirxand û destnîşan kir ku divê zarok di warê pedagojîk de bên perwerdekirin.    * Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, girtiyê nexweş Ahmet Çelîk (45) nayê tedawîkirin û her diçe rewşa wî girantir dibe.    * 5 girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku wan ev berxwedan ji çalakiya 14'ê Tîrmehê dewr girtiye û dê çalakiya wan heta dawiyê dewam bike û ew ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin.    * Yek ji şahidên bûyerên li Cizîrê hatin jiyîn, Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Faysal Sariyildiz, biryara DMME nirxand û got: “Ev biryar, heqîqeta li bajêr hat jiyîn dê nekare biguherîne. DMME ya ku tenê berjewendiyê Tikiryeyê diparêze, êdî ji bo malbatên zarokên wan bi saxî hatin şewitandin tu nirx û wateya wê nemaye.”   * Qeydên serdema biharê yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kirin. Li komeleyê dersên bi zaravayê kurmancî, kirmanckî û soranî tên dayîn û wê ders di 23'yê Sibatê de dest pê bikin. Mamosteyên komeleyê, ji bo beşdarbûyîna dersên kurdî bang li herkesî kirin.    * Mahmût Kulter ku di dema qedexeya derketina derve de mecbûr ma ji Şirnexê koç bike. TOKÎ, ji bo xaniyê li şûna mala wî çê kir, di bin navê "qada hevpar" de 25 hezar lîre pere jê xwest. Kulter bertek nîşan da û got: "Bila xaniyên çêkirine birûxînin, em ê xaniyên xwe çêbikin."    * Erdal Emeç ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tarsûsê ye got: "Heta Rêber azad nebe û tecrîdkirina wî bi dawî nebe, wê çalakiya me dewam bike." Birayê wî Hasan Emeç jî bang li herkesî kir ku bibin dengê girtiyan.    * Li navçeya Rezanê, hin komên îdia dikin ew ji Pakistan, Afxanîstan û Îranê ne, di bin navê "cîhadê" de ji bo rêxistinbûyînê tev digerin. Hat derpêşkirin ku ev komên ku esnafan ew derb kirin, endamên HUDA-PAR'ê ne û ji bo AKP'ê doza dengan dikin.    * Hevseroka Şaxa SES'a Amedê Gonul Adibellî, ji ber tev li çalakiya ku ji bo greva birçîbûnê ya Leyla Guven hat lidarxistin bû, ji peywirê hat dûrxistin.    * Hevserokên giştî û parlementerên HDP'ê, ji bo piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wê di 11'ê Sibatê de ji Qada Taksîmê ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin.    * Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, destnîşan kir ku eger di dosyeya cinayeta Tahir Elçî de tu pêşketin rû nedin, ew ê ewilî dosyeyê ji AYM'ê re û eger li vir jî tiştek dernekeve ew ê serî li DMME'yê bidin.   * Dayikên Şemiyê yên Stenbolê bi armanca li aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin kujer bên darizandin dê di hefteya 724'emin de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)   * Xizmên windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiyên xwe yên heftana li dar bixin. (12.00   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 359'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li qada Galatasarayê berdewam bike. (13.30)   *Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD'ê, ji bo ku balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê dewam dikin û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dê li avahiya  navenda xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   *Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, mîna her hefteyê dê vê hefteyê jî ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan rû didin, dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   *Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, bi armanca destek dayîna çalakiya grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê mîtînga "Edalet, Azadî û Demokrasiyê" li qada li ber Stadyûma Tevfîk Sirri Gur a Yenîşehîrê li dar bixe. (13.00-17.00)