Jinên Maya ji Guven re gotin: Em îsyana xwe ji tere dişînin 2019-02-08 15:14:27   NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Maya yên li Guatemela dijîn, peyama destek dayînê ji Leyla Guven re şandin û gotin: “Têkoşîna te di heman demê de têkoşîna me ye. Em ji te re hêza xwe, canê xwe, keyfxweşiya xwe û îsyana xwe dişînin.”   Jinên Maya yên li Guatemela dijîn, peyama destek dayînê ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlementer HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 93 rojin di greva birçîbûnê deye re şandin.   Jinên Maya di peyama şandin de, diyar kirin ku têkoşîna Guven di heman demê têkoşîna wane.    Peyama jinên Maya şandın wiha ye:    “Xwişka me Leyla Guven,   Em weke xwişkên Maya, Xîncas û Mestîzas ên bakurê Guatemala, silav û heskirinên xwe  yên gerim ji bo te dişînin. Îro dinavbera şerê li Guatemalê pêk tê de, em weke şervanên berê, ji nava jinên têkoşîneke dîrokî didin tên. Em ji bo te hêza xwe, canê xwe, keyfxweşiya xwe û îsyana xwe dişînin.   Têkoşîna te di heman demê de têkoşîna me ye.    Em weke jinên Maya, agirê merasîma xwe pê dixin. Adin, dê ji vir û şûnde bi me re bijî. Dîsan dê navê jinên tevgera Kurd li vê derê bi mere bin. Îro em, hêza başbûnê, hemû çiyan, kevirinên biçûk û mezin, çem û robaran, çiyayên agir û hêza şervanên jinên dîrokî ji te re dişînin. Ji vê derê em te hembêz dikin. Evê ji bo bedena te bibe hêza rih û enerjiyê. Têkoşîna hemû gelên cîhan û jinan, ji bo jiyan û edaletê, dê li ser rêya zanistiyê berdewam bike.”