Jinên Enqereyî: Em deng bidin dengê Leyla Guven 2019-02-08 14:47:49   ENQERE - Komek jinên Enqereyî bi armanca deng bidin dengê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 93 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye, bang kirin û gotin: “Em ji dengê Leyla re bibin deng."    Jinên Enqereyî, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 93 rojin ketiye greva birçîbûnê û piştgiriyê bidin çalakiya wê, li otelek li Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de nûnerên partiyên siyasî, sendika, rêxistinên kedê û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn.    'DAXWAZÊN GUVEN ZAGONÎ NE'    Li ser navê jinan Nur Aytemur, daxuyanî da û diyar kir ku daxwazên Leyla Guven rewa, zagonî û mafdar in û wiha got: "Ji bo Leyla Bijî em bang li maqamên îcrayê û wîcdanê civakê dikin ku bêdeng nemînin. Piştî Leyla dest bi vê çalakiyê kir, Li Girtîgehên Tirkiyeyê 300 girtiyên siyasî jî deng dan dengê wê û ketin greva biçîbûnê. Li Girtîgehan di nava kesên ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de Rêzdar Sebahat Tuncel û Selma Irmak jî heye. Daxwazên Leyla Guven zagonî, rewa û hiqûqî ne. Mirovi ye. Leyla Guven ji bo her girtî karibin ji mafê ziyareta malbat, parêzer û mafên xwe yên hiqûqî sûdê bigire dest bi çalakiya grevê kiriye. Tecrîd li ser hemû qadên jiyane pêk tê. Em Leyla Guven di têkoşina aştî, edalet û demokrasiyê de  nas dikin. Em wê wekî xwişk dayik, jin û siyasetmedarek têkoşîna aştiyê dide nas dikin. Beyî dereng bikeve em dixwazin di milê hiqûqî û zagonî de gavên çareseriyê bên avêtin. Daxwazên wê pêk bên. Ji bo vê yekê em ji Wezareta Dadê dixwazin ku gavan bavêjin. Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku em bibin dengê Leylayê û deng li dengê wê zêde bikin."      Rêvebera EMEP'ê ya Enqereyê Şukran Dogan jî xwest hikûmet gavan bavêje û wiha got: "Bedena Leyla demek dirêj li girtîgehê zerar dît. Bedena wê ya li girtîgehê zerar dît êdî zahmetiyan dijî. Em dizanin ku êdî nikare avê vexwe. Ji bo Leyla Bijî divî îkîtdar gavên pêwist bavêje."    ‘EM BIBIN DENGÊ LEYLA'    Sekretera Jinan a Malên Gel Nebiye Mertturk jî anî ziman ku ew dixwazin bibin dengê Leyla Guven û wha got: “Em Leyla bidin jiyandin. Gelek jin bi destê mêr ji nava me tên qutkirin. Jin bi hevre ji bo Leyla Guven bijî em naxwazin jinek din kêm bibe."    ‘EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN VÊ TEKOŞÎNA BI RÛMET'    Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê Nuray Çevirmen anî ziman ku kesên li girtîgehê dewlet ji denduristî û ewlehiya wan berpirsiyar e. Leyla Guven li dijî tecrîdê di nava têkoşînê de ye. Em jin divê piştgiriyê bidin têkoşîna Leyla ya bi rûmet. Divê em tecrîdê perçe bikin."    ‘EM NEÇARIN BIBIN DENGÊ LEYLA'   Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erdem jî anî ziman ku tecrîd pirsgirêka tenduristiyê ye û wiha got: “Divê em wekî pêvajoyek tibbî nêzîkî grevan bibin. Greva birçîbûnê li dijî tecrîdê dest pê kiriye. Her ku pêvajoya grevê dirêj dibe pirsgirêkên tibbî jî zêde dibe. Dema em temenê Leyla Guven û şertên girtîgehê jî li ber çavan digirin, em dibînin ku hatiye sînorê krîtik ê jiyanê. Kesekî li girtigehê di grevê de mafê wî heye ku heyeta serbixwe ya bijîşkan biçe lêkolîn bike. Mafê wan ê hekîman hilbijêrin heye. Em neçarin bibin dengê Leyla Guven. "      Endama Serokatiya Meclîsê ya KCD'ê Zelal Bilgin jî bi rêya telefonê tev li civinê bû û agahî dan û wiha got: “Em nikarin bêjin tenduristiya wê baş e. Em ketine pêvajoya ku tenduristiya wê her diçe xerab dibe. Nêzî 12.5 kîlo winda kirine. Tansiyonê wê kêm in. Li dijî deng, bêhn û deng pir hasas bûye. Ji ber masûrk û movikan nikare bi rehetî rûnê û xwe dirêj bike. Bi rehetî nikare razê. Dema avê vedixwe zahmetiyê dijî. Daxwazên Leyla Guven pir zelal e. Ger ku daxwazên wê pêk neyê dibe ku zerarek mezin ku em nikaribin telefonî bikin bijî. divê demek berî demekê daxwazên wê pêk bên. Disa heyetek çû Girtîgeha Xerpêtê û diyar kirin ku daxwazên pêdiviyên wan pêk nayên."