Li Amedê kesek ji ber cilên herêmî hat girtin 2019-02-08 13:50:14   AMED – Li navçeya Rezanê S.Y. yê di serdegirtina malê de hat binçavkirin ji ber wêneyê bi cilên herêmî û qileşnîkof hatiye kişandin bi idaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin.    Li taxa Bagcilar a navçeya Rezana Amedê polîsan bi ser malekê de girt û kesê bi navê S.Y. binçav kirin. S.Y. ji bo îfadeyê birin Fermandariya Cendermeyan a Bajêr û ji vir jî sewqî edliyeyê kirin. Dozgeriyê îfadeyê S.Y. girt û bi daxwaza girtinê sewqî dadger kir. Dadger îfadeyê S.Y. girt û bi hêceta cilên herêmî li xwe kiriye û qileşnîkof di destê wî de heye wêne kişandiye bi îdaya “Endamê rêxistinê ye” da girtin.