Şandeya YE'yê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ziyaret kir û pirsa Guven kir 2019-02-08 13:38:07   DÎLOK – Musteşarê Karê Siyasî yê Delegasyona Tirkiye yê YE’yê Vincet Guillaume Poupeau, Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ziyaret kir û derbarê rewşa tenduristiya Leyla Guven a 93 rojin di greva birçîbûnê deye û xebatên siyasî yên HDP’ê de agahî girtin.    Musteşarê Karê Siyasî yê Delegasyona Tirkiyeyê yê Yekitiya Awropa (YE) ê Vincet Guillaume Poupeau, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Dîlokê ziyaret kir. Rêveber û Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Muslûm Kilîç şandeya YE’yê, pêşwazî kirin. Poupeanu, di serdana xwe de darbarê xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê û rojevên siyasî yên herêmê de agahî girtin.    Şandeya YE û Hevserok Kiliç, di civîna ji çapemeniyê re girtî de, li ser xebatên siyasî, binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê tên meşanidn û astengiyên heyî nîqaş kirin.    ŞANDEYÊ PIRSA REWŞA LEYLA GUVEN KIR   Kiliç, diyar kir ku Poupeau pirsa “Gelo hûn dikarin xebatên xwe yên siyasî bi rêve bibin?” ji wî kiriye û wiha got: “Em jî derbarê pirsgirêkên em rastî tên de agahî dan Poupeau.” Kiliç, da zanîn ku wan derbarê rewşa tenduristiya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gi greva birçîbûnê deye de jî agahî dan Poupeau û wiha bilêv kir: “Ji me pirsa rewşa tenduristiya Leyla Guven kir. Me jî got dibê Yekitiya Ewropayê ji bo rewşa Leyla Guven demildest bikeve nava liv û tevgerê. Me got ku bi giştiya darazê ketiye destê desthilatdariyê û vê jî weke amûreke zextan li dijî beşên mûxalîf bi kar tîne.”