Zanîngeha Londrayê 3 polîsên gumanbar ên cînayeta Tahîr Elçî tespît kir 2019-02-08 13:35:46 AMED – Baroya Amedê rapora ku Beşa Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londroyê ya Forensic Architecture amade kiribû parve kir. Di raporê de 3 polîs gumanbar hatin diyarkirin. Di raporê de hat gotin ne mimkûne ku endamên PKK’ê Tahîr Elçî kuştibin.  Rapora ji aliyê Forensic Architecture ve hat amadekirin bi rêya dîtbarî, bihîzbarî û belgeselan delîlan analiz kir. Li gorî bûyerê li ser sê aliyan modelek dîjatal amade kir. Rapor li gorî lêkolîna cihê bûyerê ya mekanî hat amadekirin. Di raporê de qala 3 polîsên gumanbar jî tê kirin û balê dikişînin ser van her sê polîsan. Ev polîs wek A, C û D hatin kodkirin.    Baroya Amedê di çarçoveya daxwaza Forensic Architecturê de daneyên dîtbarî bihîzbarî bikar anî û xwest div an mijaran de bi daxwaza bûyer ronî bibe û diyar bibe di raporê de xwest ev tespît bên kirin: “Tespîta dema Elçî hat kuştin bê kirin. Dibe ku kesên gule berdan e tespît bên kirin. Lazim e di Kolana Yenîkapi ya Elçî lê hat kuştin ji bilî vê kolanê ka êrîşek bi çekên lûle dirêj pêk hatiye an nehatiye. Divê endamên PKK’ê yên di kolanê de direvin di kuştina Elçî de wek gumanbar tên dîtin nayên dîtin bê nirxandin. Heke hewce dike kîjan ji wan gumanbar e bê tespîtkirin. Karmendên polîs ên li Kolana Yenîkapiyê di kuştina Elçî de bi guman in an ne bi gumanin heta pêwîst be kîjan ji wan sifata gumanbariyê li sere bê tespîtkirin. Piştî Elçî hat kuştin, bi awayek têr hewldana alîkariya tibî hatiye kirin an jî nehatiye kirin bê tespîtkirin.”    BIKARANÎNA ÇAVKANIYAN HAT VEGOTIN    Forensic Architecture di lêkolîna xwe de mutalaya pispor a Pisporê Tiba Edlî Dr. Umît Bîçer k udi 17’ê adara 2016’an de li cihê bûyerê kifşê kiriye û vê Rapora wî ya Pispor ji dosyeya lêpirsînê de raporên lêkolîna balistik, Girteka Otopsî û Muayeneya Mirî ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê û rapora Odeya Avahîsazan a Amedê ku di sibata 2014’an de li Kolana Yenîkapiyê planên mîmarî û cepheye çêkiriye wek çavkanî hatin bikaranîn.    RÊBAZA BIKARÎNÊ    Di rapora Forensic Architecture de ji bo metotên (rêbaz) lêkolînê hatine bikaranîn cih dide van agahiyan: “Li gorî qeydên dîmenên heyî di kêliya Elçî hatiye kuştin neketiye qeydê, dike bi awayek mekanî û û demê ji nû ve bê zindîkirin û ev hemû aktor bo bên zindîkirin hewcehî pê hatiye dîtin ku di hundir de bê bicihkirin. Her wiha dema Elçî hatiye kuştin navbera demê bo bê tespîtkirin û ew qeydên deng lê qeydên dîmen nînin ji gulebarana çekan kîjan bi derba kuştinê hatiye berdan hewcehî pê hatiye dîtin bê diyarkirin. Ji bo Forensic Architecture vê lêkolînê pêk bîne hin analîzê multimedya û teknîka modelên mekanî hatiye bikaranîn.”    4 VÎDEO ANÎN HALÊ HEMWEXT    Di raporê de hat gotin dîmenên li cihê bûyerê hatine kişandin bi awayek hemwext anîne ba hev û ji bo di aliyên cûr bi cûr de li bûyerê bê temaşekirin, 4 dosyeyên vîdeo yên bihîzbarî û dîtbarî bên tespîtkirin û bi rêya van dîmenan bikin wek hev anîne halê hemwext. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bilî kadraja 4 kamerayên di kêliya Elçî hat kuştin de delîl û şahidên din ên çapraz bên referanskirin û ji nû ve bên zindîkirin. Di raporê de wiha hat gotin: “Me di serî de pêkhatina kuştina Elçî ku di demek kin de pêk hatiye diyar kir. Ji bo vê yekê jî dema Elçî dijî kêliya wî dawî ku tê dîtin û kêliya ewil a bedena wî ya li erdê çavdêr kir.”    Di raporê de ji bo hejmara gulebaranê di mijara analîzê ev tişt hatin gotin: “Me di van dîmenên anî ba hev û qeydên deng ên anîn ba hev dît ku ji aliyê kîjan kesên li cihê bûyerê hatiye kirin tespît kir. Ji bo em vê yekê tespît û îşaret bikin mimkûn hat dîtin.”    MODELA DÎJÎTAL A SÊALÎ YA BÛYERÊ HAT ÇÊKIRIN    Di raporê de hat destnîşankirin ku daneyên bûyerê yên mekanî hatine bikaranîn û modela sêalî ya dîjatal pêk hatiye û wiha hat gotin: “Me xêzkirin û kişandina vîdeoyê ya li Kolana Yenîkapiyê ya dîrokî bikar anîne û modela sêalî ya dîjîtal a cihê bûyerê bikar anî. Me di modela dîjtal de xwe spart plan3en mîmarî û xzkirina cepheyê rapora Odeya Avahîsazên Amedê. Me xêzkirina kodên Kolana Yenîkapiyê bikar anî. Bi saya modela sêalî me nesne û bedenên têkiliya wan bi dem û mekan re heye analiz kir û pîvandina wê pêk anî. Me di dîmenan de kesên gule ber didin û rêgeha guleyan çavdêr kir. Mirov dibîne ku gulebarana kesan û modela sêalî dîsa kesên çek di destê wan de berê çeka xwe dane ser aliyê Elçî lê ye. Ji bo tespîta pozîzyona Elçî, endamên PKK’ê, polîs û rojnameger lê dimînin teknîkek ku navê ‘kalîvrasyona kamera’ lê tê kirin bikar anî. Bi saya vê teknîkê mesafeya hêlîna kamerayekê yên wek dîstorsiyonuya varil, navenda optik ku taybetmendiya optîka hundirîn hesap kir û li gel vê hesapkirinê jî tespîta pozîsyona kamerayê ya li gorî unsurê diyar ên li mekan û meyldariya wek paramtreyên derve pêkan e. Ji ber vê yekê kirariya vê kalibrasyonê temîn kiriye ku em nesneyên li cihê bûyerê, pozîsyona van kesan, meyldarî û pîvana wan tespît bikin.”      Di rapora ku liv û tevgera endamên PKK’ê û polîsan tê analîzkirin de ev nirxandin tê kirin: “Ji bo tespîtkirina îhtîmala ku 2 endamên PKK’ê guleyên ku dikare bibe sedema mirinê berdabin an na, ji kameraya 1’emîn heta ya 4’an hemû dîmen bi baldarî hatin analîzkirin. Her kêliyekî dîmen hate lêkolînkirin û tevger, hewl û cihê her du endamên PKK’ê hatin şopandin. Her wiha me îhtîmala ku ji 5 polîsên yek jê yên ku me bi dîmenan li cihê bûyerê tespîtkirin bê ka guleya bûye sedema kuştinê berdaye yan na jî, lêkolîn kir. Me xetên îhtîmalî yên êrîşê yên polîsan nirxand û li hêla raste rast ya ku Tahir Elçî dibîne nihêrî.”   GULE YEK BI YEK HATIN ANALÎZKIRIN   Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku dengê guleyên di bûyerê de hatine teqandin jî yek bi yek hatine analîzkirin û rapor wiha didome: “Analîza hemû dengên ku li ber kêliya mijara lêkolîna me dikeve, hatiye kirin. Li gorî vê, ji van dengan kîjan jê ji derveyî dengên di çekên di dîmenan de xuya dikin cudatire, hatiye nirxandin. Ji bo vê jî me profîlên dengên çekan ên spektrograman ên ku her dengekî di vîdeoyan de bi grafîkekê dîtbar dike, lêkolîn kir. Me profîla dengên çekan dan berhev û lêkolîna bê ka kîjan ji van dengan bi çekên lûledirêj ên ku pişt Kolana Yenîkapiyê hatiye berdan, kir.”    HER TIŞT KOD KIRIN     Di lêkolînê de tê gotin ku aktorên bûyerê bi reng û navan hatine kodkirin û wiha tê gotin: “Tahîr Elçî di raporê de bi rengê sor û bi koda TE, endamên çapemeniyê bi rengê gewr, 2 endamên PKK’ê bi rengê zer û polîs jî bi rengê şîn û bi tîpên A, B, C, D û E hatine kodkirin.”  Di raporê de tê destnîşankirin ku kêliyên ku di 9 saniyeyên ji bo bûyerê hatine destgirtin de bi giştî 40 gule hatine berdan. Tê diyarkirin ku ev berdana guleyan bi cedwelekê hatiye neqşkirin, ji bo berdana her guleyekî hejmarek hatiye dayîn û kêliya ku ji bo lêkolînê hatiye esasgirtin jî hatiye kodkirin. Di heman demê de tê gotin ku çeka ku gule berdaye û hedefa wê yan jî hêla wê hatiye tespîtkirin.    GULEYÊN ENDAMÊN PKK’Ê LÊKOLÎN KIRIN     Piştî analîzan, di encama raporê de ji bo endamên PKK’ê ev tespît tê kirin: “Ji bo ku em bizanin bê ka yek ji endamên PKK’ê bûye sedema kuştina Elçî yan na, di serî de me guleyên ku di dîmenan de tespît bûye ku ji hêla polîsan ve hatine berdan, jê derxistin. Bi vê yekê re di vê asta analîzê de me bala xwe da ser guleyên ku nehat zanîn bê ka ji hêla kê ve hatine berdan. Ji ber ku ne mimkune ev yek ji hêla endamekî PKK’ê ve hatibe kirin. Ji bo dibêtiya guleyên ji hêla kesên nediyar ve hatine avêtin aydê K1 û K2’ bin û her wiha dibêtiya ku ev gule bibin sedema kuştina Elçî, me lêkolîn kir. Di encama lêkolînên li jor ên di kêliyên li ber lêkolîna me de dikeve de, me tespît kir ku ne mimkune endamên PKK’ê Elçî kuştibe.”   XETÊN ÊRÎŞÊ YÊN POLİSAN      Ji bo analîza li ser polîsan jî di raporê de wiha tê gotin: “Me îhtîmala ku Elçî bi guleyên polîsan hatibe kuştin jî lêkolîn kir. Di serî de me bala xwe da ser guleyên ku di dema bûyerê de ji hêla polîsan ve hatine avêtin. Her guleyekê ku bi debancaya polîsan hatine avêtin, me lêkolîn kir. Di nava van de jî me guleyên ku dema hatine avêtin berê wan ne li hêla Elçî ne, jê derxistin. Me bi bikaranîna modela xwe dîmenê ya sêalî re tespît kir ku di dema qewimîna bûyerê de, xeteke êrîşê ya raste rast di navbera polîsên bi navên A, C û D yên gule berdan û Elçî de heye. Di navbera polîs B û Elçî de xeteke raste rast nîne. Ji bo her 5 polîsan, ji ser milên polîsên memûr heta quncikê herî dûr ê herêma ku di kêliya Elçî hatiye kuştin de, me şeklê wê yê sêalî çê kir. Bi saya van şeklan, me xeta êrîşê ya her polîsekî bê ka ji hêla kes an jî tiştên li derdorê ve çiqas hatiye astengkirin, şopand. Me encamên vê testê di cedwela li jêr de qeyd kiriye. Li gorî analîza me, di kêliya ku dema polîs A, C û D guleyan ber didin de, di navbera wan û Tahîr Elçî de (astengiyên di asta cuda de hene) xeteka raste rast heye. Ji ber vê jî, îhatîmale ku ji van her sê polîsan yekî Elçî kuştibe. Bi guleyên bi hejmara 24, 26, 28 û 29 re polîs C, tekane memûre ku di navbera wî û Tahîr Elçî de raste rast xeta êrîşê heye.”   ‘NE PÊKAN E KU ENDAMÊ PKK’Ê ELÇÎ KUŞTI BE'    Di raporê de tê gotin ku guleyekî ku ji dûr ve li Elçî hatibe reşandin nehatiye tespîtkirin û rapor wiha bi dawî dibe: “Tahîr Elçî di roja 28’ê mijdara sala 2015’an de saet derdora 10:55’an de, di kêliyeke bi qasî 7 saniye û 12 kareyan de bi guleyekî hatiye kuştin. Xuyaye ku her du endamên PKK’ê jî guleyên ku bibe sedema mirina Elçî, ne berdane. Profîlên dengên hemû guleyên di dema kêliya li ber lêkolînê dikeve, dişibin hev. Di vê kêliyê de, delîleke ku şênber a dengê guleyên lûledirêj ku dibe ji dûr ve hatibe berdan, nehat bidestxistin. Di navbera Tahîr Elçî û sê polîsan (A,C û D) de xeta êrîşê ya raste rast heye û xuya dibe ku gelek caran gule berdane. Ji nav van polîsan C, tekane memûre ku di xeta bê asteng û vekirî ya di navbera wan û Elçî de gule berdane. Nehatiye teqezkirin bê ka kîjan polîsên li cihê bûyerê ji kuştina Elçî berpirsyar e lê polîsên ku îhtîmalekî mezine bûne sedemê kuştinê, hatine tespîtkirin. Destnîşankirina armanca derba mirinê, nakeve ber lêkolîna me.”