‘DMME ji hiqûqê û peymanên xwe qût bûye’ 2019-02-08 11:35:15 AMED – Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî biryara DMME’yê ya Cizîrê da û got DMME bi biryarên muameleya nebaş a li dijî Ocalan, Roboskî û Cizîrê carek din nîşan da ku ji peymanên xwe qût bûye.    Dadeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) biryara serlêdanên ji bo kesên di jêrzemînên navçeya Cizîrê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dane qebûl nekir û serlêdanê red kir. DMME’yê tenê ne serlêdanên Cizîrê, her wiha doza Roboskî jî betal kiribû û ji bo muameleya xerab a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî biryara betalê dabû.     BEŞTAŞ: DMME JI HIQÛQÊ DÛR KET   Endama Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirova ya Meclîsê û Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş biryarên DMME’yê nirxand.    Beştaş tespit kir ku DMME ji hiqûqê dûr bûye û got: “Di biryarên berê de jî ku da xwe eşekere kir ku ji hiqûq û peyamanên xwe dûr bûye. Biryarên DMME’yê yên ji bo Ocalan, Roboskî û Cizîrê siyasî ne. Serlêdanên Cizîrê ji ber ku rêya navxweyî nema red kir. DMME bi vê biryarê xwe da nîşandan ku qey mirov dibêje mekînîzmayek darazê ya li Tirkiyeyê ye. DMME viya baş dizane ku li Tirkiyeyê rewş çi ye.  Çimkî AYM’ê gelek ku ne hiqûqî ne yên wek OHAL, Roboskî û tecrîdê di lehe AKP’ê de da. Şansê DMME nîne ku ji vê rewşê re bêje 'ez nizanim.' Di biryarên çûne ber destê DMME de her tişt heye.”    'DMME XWE ÎNKAR DIKE’   Beştaş biryarên DMME’yê yên di qedexeya derketina derve de ku ji bo Cîhan Karaman, Huseyîn Paksoy û Serhat Altun biryara “tedbîra lezgîn” ku da bibîr xist û got: “DMME bi xwe re dikeve nava nakokiyan. Di pozîsyonek ku xwe înkar dike de ye. DMME çima heye? DMME li gorî helwesta siyasî ya Tirkiyeyê û dadgehên di bin zextên siyasî de ku biryarê dide biryaran pêk tîne. Yanî mirov dikare ku DMME li gorî dilê Tirkiyeyê biryaran dide. Li şûna ku bi serlêdanê rewşê sererast bike, rewşê bêtirîn giran dike û biryarên sosret dide.”    ‘TIRKIYE VAN FÎLAN DIKARE BÊTIR BI REHETÎ BIKE’    Beştaş da zanîn ku DMME bi biryarên eşkere dike xwebaweriyê dide Tirkiyeyê û got: “Tirkiye êdî bêtir dikare van filan bike. Dibêje ‘ez bi kontrol an jî biryarên cuda muxatab nabim.’ Ji ber vê yekê jî biryarên DMME dide bêtirîn bandorek xeternak heye.”    MA / Ozgur Paksoy-Mehmet Şah Oruç