Îdîaya qeyûm fermana ‘heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye 2019-02-08 09:51:43   MÊRDÎN - Hat îdîakirin ku qeyûmê tayînê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê hat kirin Walî Mûstafa Yaman, ji bo Serokê Daîreya Xizmeta Malî fermana “Hûn çi dikin, bikin heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin” daye.    Wezareta Karê Hûndir di 17’ê Mijdara 2016’an de Walî Mûstafa Yaman weke qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê kiribû. Di rapora Sayiştayê de derketibû holê ku qeyûm li dijî mewzûata tevgeriyaye. Ji ber ku nêzî 900 mîlyon TL deynê şaredariyê zêde bû û di kaseyê de qet pere nema, hemû xebatên şaredariyê hatin rawestandin. Piştî budçe ji bo şaredariyê hat  veqetandin û şûn de dîsan dest bi xebatan hatin kirin.    ÎDÎAYA  FERMANA ‘DINAVA 3 MEHAN DE BÊ XERÇKIRIN’   Hat îdîakirin ku piştî pere ji bo şaredariyê hat veqedandin, Qeyûmê Tayînê  Şaredariyê hat kirin Mûstafa Yaman, ferman daye ku ev budçe heya meha Adarê bê xerçkirin. Li ser daxwaza Yaman, Hat diyar kirin ku Serokatiya Daîreya Xizmeta Malî derbarê deynên şaredariyê û budçeya 2019’an de raporek pêşkêşî Yaman kiriye. Li gorî agahiyên çavkaniyên bi ewle, Yaman di çarçoveya vê raporê de xwestiye  ku budçeya 2019’an dinava van sê mahan de bêxerç kirin û fermana “Lêçûnê bikin. Malzemeyan bikirin. Deynana bidin. Hûn çi dikin, bikin heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin” daye.   'BILA TIRSA WE YA JI KAR AVÊTINÊ TUNE BE’   Li aliyê din, hat zanîn ku di rojên derbas bûyî de, civîn bi hemû serokên daîreyan re hatiye lidarxistin û Yaman di civînê de ji serokên daîreyan re ev tişt gotine: “Heya roja dawiyê jî, li ser karê xwe bin. Encama hilbijartinê çi dibe, bila bibe, ji bo ku hûn li ser karê xwe berdewam bikin, emê gavên pêwîst bavêjin. Bila tirsa we ya ji kar avêtinê tune be.”