Malbata kurê wan di greva birçîbûnê de: Kesê dibê ez kurd im divê dakeve kuçeyan 2019-02-08 09:19:57 STENBOL -  Bavê Kerem Îmrak Orhan Îmak ê li Girtşgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 45 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Ya divê niha bê kirin ew e ku kesên dibêjin em kurd in xwedî li vê berxwedanê derkevin û dakevin kuçeyan û bi awayekî demokratîk li ber xwe bidin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 93'yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî nêzî 300 girtî di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ne. Yek ji van girtiyan jî li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê Kerem Îmrak e ku ji 26'ê Kanûna 2018'an de ve di greva birçîbûnê de ye. Dê û bavê wî bilêv kirin ku herî dawî wan di 2'yê Sibatê de bi telefonê pê re axivîne.    DI 2012'AN DE JÎ 60 ROJAN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE MAYE    Dayik Kezîban Îmrak, bilêv kir ku kurê wê di sala 2012'an de jî ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê ketiye greva birçîbûnê de û 60 rojan di grevê de maye.    Îmrak, anî ziman ku divê Ocalan karibe hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re çêbike û ji bo hevdîtina Mehmet Ocalan a 12'ê Çileyê ku bi Ocalan re çêkir got: "Em vê hevdîtina 20 deqîqeyî qebûl nakin. Leyla Guven 90 roj in di greva birçîbûnê de ue. Berî rewşa tenduristiya wê xirabtir bibe divê hevdîtin bi Ocalan re bên çêkirin. Eger cenaze ji girtîgehan derkevin wê ev yek li hemû girtîgehan bibe sedam îsyanê. Ez çavê hemû kesên li ber xwe didin maç dikim. Bila herkes baş zanibe ku serketin a me ye."    ‘TEKANE RÊ BERXWEDAN E'    Bav Orhan Îmrak jî, bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi kurê xwe re çêkir û got: "Kurê min bi alîkariya hevalên xwe ji bo hevdîtina telefonê derketye. 45 roj in di greva birçîbûnê de ue. Her diçe rewşa wî xirabtir dibe." Bav Îmrak, destnîşan kir ku kurê wan di çalakiya xwe de bi biryar e û got: "Dibêjin heta dawî li tecrîdê neyê wê çalakiya wan dewam bike. Loma divê demildest dawî li tecrîdê bê." Îrmak, anî ziman ku kurd tim bi zext û zoriyan re rû bi rû ne û got: "Feraseteke ku ciwanên kurdan heps dike heye. Tekane rêya têkşikandina vê ferasetê berxwedan e. Ev berxwedan jî li zindanan pêk tê. Ya divê niha bê kirin ew e ku kesên dibêjin em kurd in xwedî li vê berxwedanê derkevin û dakevin kuçeyan û bi awayekî demokratîk li ber xwe bidin. Çimkî em bi saya wan hene."