Parêzerê doza Cizîrê: Em dizanin hikûmet di ser konseyê re zor daye dadgehê 2019-02-08 09:19:04 STENBOL - DMME'yê ji bo serlêdana der barê Cizîrê de biryara "nayê qebûlkirin" da. Yek ji parêzerên dozê Ramazan Demîr got: "Em dizanin hiqûqnasên AYM'ê tim diçin DMME'yê. Em dizanin hikûmet di ser konseyê re zorê dide dadgehê. Yanî em wisa difikirin ji DMME'yê re gotine 'hûn van dosyeyan ji me re bihêlin.'"  Li navçeya Cizîr a Şirnexê di navbera 2015-2016'an de di dema qedexeyên derketina derve de 137 mirov hatin kuştin. Der barê vê yekê de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn. Lê belê DMME'yê biryara xwe duh aşkere kir û got "nayê qebûlkirin." Parêzeên dozê Newroz Ûysal û Ramazan Demîr biryara DMME'yê nirxandin.   Ûysal, bilêv kir ku DMME ji destpêkê ve dizan rêyên hiqûqa hundurîn nehatine xitimandin, lê belê ew li bendê bûne ku DMME bêyî li benda biryarên AYM'ê bisekine têkeve esasê. Ûysal, bilêv kir ku diviya DMME bigotana 'Der barê qedexeyên derketina derve de li Tirkiyeyê rêyeke çalak a hiqûqa hundurîn tune ye. Ez serlêdanan qebûl dikim" an jî diviya li benda biryara AYM'ê ya der barê serlêdanan bisekiniyana. Ûysal got: "Ev dosye hemû li ber Dadgeha Qanûna Bingehîn sekinandîne. Berî ku DMME, biryareke erênî yan jî neyînî bidana diviya li benda biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bisekiniyana. A rast, DMME bi vê biryara xwe gog avêt cem Qanûna Bingehîn û careke din baweriya xwe ya bi daraza tirk nû kir. Jixwe helwesta AYM'ê ya di vê pêvajoyê de li ber çavan e. AYM, pêvajo taloq kir û nexwest hevrû bibe."    'NE DOSYEYEKE KU MIROV BIDE BER BEXTÊ AYM'Ê'    Ûysal, bilêv kir ku li gor wan ev yek bi zanebûnî hatiye kirin û got: "Ev dosye, ne dosyeyeke ku mirov bide ber bextê AYM'ê."    DEMÎR: EM VÊ BIRYARÊ QEBÛL NAKIN    Parêzer Ramazan Demîr jî, diyar kir ku qesta DMME'yê ya ji nexitimandina rêyên hiqûqa hundurîn ev e: "Serlêdan hîn li ber AYM'ê ne û hîn AYM biryarek nedaye. Ez dixwazim li benda biryara AYM'ê bisekinim." Demîr, destnîşan kir ku ew biryara hatiye dayîn qebûl nakin û got: "Helwesta AYM'ê, biryarên wê yên der barê parastina hikûmetê de, rewşa daraza li Tirkiyeyê, alîgirî û neserbixwebûna wê esas negirt. Her wiha DMME, di biryara xwe de gotiye 'em hay ji cidiyet û mahiyeta rewşê hene.' Yanî bi vê biryarê wek ku şanseke din dabe AYM'ê. Tê gotin, ger AYM di biryarên xwe de li gor rewşên DMME diyar kirin tev negere, wê di wexteke maqûl de dîsa biçe DMME'yê. Tiştekî wek 'Em hem hay ji wehameta raporên Komîseriya Mafên Mirovan a Ewropayê hem jî ji yên navdewletê hene. Em naxwazin AYM'ê bieciqînin.' Em ê jî li benda biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn bisekinin."    'EM DIZANIN HIKÛMET DI SER KONSEYÊ RE ZORÊ DIDE DADGEHÊ'    Demîr, destnîşan kir ku wan helwesta AYM'ê, liv û tevgera wê ya ku li gorî agahiyên ji yekeyên ku operasyon bi rê ve birine girtine bide û gelek tiştên din berpşî dadgehê kirine û got: "AYM'ê helwesta xwe ya di vî warî de diyar kir. Hem bi pirsên parêzerên hem jî di mînakên ku polîsên taybet şandin ser mala kesên serî lê dane, alîgiriya xwe diyar kiriye. Wexta biryar da, hincetên berpêş kirin hemû wekî fezlekeyên polîsan bûn. Me bal kişand ser van tiştan hemûyan. Lê dîsa jî gelek sedemên ku nehat xwestin AYM bê ecinqadin hene. Di nezda Konseya Ewropayê û DMME'yê de ji aliyê hikûmetê ve lobiyeke cidî hat kirin. AYM, bixwe jî ev yek kir. Em dizanin hiqûqnasên AYM'ê tim diçin DMME'yê. Em dizanin hikûmet di ser konseyê re zorê dide dadgehê. Yanî em wisa difikirin ji DMME'yê re gotine 'hûn van dosyeyan ji me re bihêlin.'"    'JI BO MEXDÛRAN BIRYAREK PIR XIRAB E'    Demîr, bilêv kir ku ew ê li benda biryara AYM'ê bisekinin û got: "Em ê binerin bê ka li gor pîvana dadgehê tê dayîn an na. Ev yek ji bo AYM'ê bû wekî çekeke vekirî. Tevî ev qas binpêkirin hebûn, komkujiyeke mezin hebû, delîl ber bi çav bûn jî, DMME'yê biryareke wisa da. AYM, neeciqand. Ev yek jî nîşan dide ku wê ji bo serlêdanên ji niha û pêva jî wis atev bigere. Ev ji bo mexdûrên li Tirkiyeyê rewşeke pir xirab e."    'AYM, SERÎ TEWANDIYE'    Demîr, diyar kir ku bi vê biryarê opsiyoneke ku AYM qet heq nake ji bo AYM'ê hatiye naskirin û got: "Em dizanin dê di dosyeyên bi vî rengî de biryareke ku hikûmetê nerihet bike neyê dayîn. Ji hêla me ve rewş zelal e. Li AYM'ê mehkûmkirina mexdûrên Tirkiyeyê bêwijdanî ye, bêhiqûqîtiyeke mezin e. Êdî AYM ne ya berê ye, li ber hikûmetê serî tewandiye."    MA / Yasin Kobulan