‘Biryara der barê Tûncel û Kişanak de, li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye' 2019-02-08 09:17:06 AMED – Parêzer Kezîban Yilmaz, diyar kir ku cezayê li Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel hatiye birîn, siyasî ye û bi vî cezayî hatiye xwestin peyamekê bidin jinan. Yilmaz, got ev ceza li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye.  Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Meletiyê, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistinê" 14 sal û meh ceza li Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û 15 sal ceza jî li Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel birî. Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Peyasê ya Amedê Parêzer Kezban Yilmaz, biryara dadgehê nirxand û destnîşan kir ku biryar ne hiqûqî ye, siyasî ye.    Yilmaz, bilêv kir ku ji roja ku hikûmeta AKP'ê bûye îktîdar, di Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê û Qanûna Ceza ya Tirk de gelek sererastkirin kirine. Yilmaz, anî ziman ku ev sererastkirin li gor pêdiviyên civakê nehatine kirin, tenê ji bo hin dosyeyên diyar û bi taybetî jî ji bo dosyeyên di çarçoveya endamtiya rêxistinê de hatine kirin û bi vî awayî tolê distînin. Yilmaz, destnîşan kir ku yek ji sedan cezakirina Kişanak û Tûncelê jî ev sererastkirin in.      ‘LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN A TIRKIYEYÊ YE'    Yilmaz, destnîşan kir ku li gorî qanûnên Komara Tirkiyeyê, ji bo kesek bibe "endamê rêxistinê", hin usnûr hene û got: "Beriya her tiştî divê kes di nav rêxistinê de be, tabiî hiyerarşiya rêxistinê be û têkiliya kes bi rêxistinê re hebe. Lê delîlên der barê Kişanak û Tûncelê de, ji ber axaftinên qan ên fealiyetên siyasî ne. Li gor van axaftinan ew wek 'endamê rêxistinê' nirxandine. Ev yek li dijî qanûna bingehîn a Tirkiyeyê ye. Her wiha ev biryar li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye jî. Ger hiqûq hebûna, wê niha ne Kişanak û ne jî Tûncel di girtîgehê de bûna. Wê Kişanak niha li ser karê xwe bûna, wê Hevşaredara Amedê bûna. Lê belê bêyî qanûn bê sepandin ceza hat birîn."    ‘BI VÊ PEYAM DAN JINAN'    Yilmaz, destnîşan kir ku bi vî cezayî xwestine peyamekê bdin jinan. Yilmaz, diyar kir ku Kişanak û Tûncel di modela hevserokatiyê de ji bo jinan bûne mînak û got: "Ev kes modela hevserokatiyê ku HDP'ê li siyaseta Tirkiyeyê zêde kir bi rê ve dibirin. Ev ceza di heman demê de li vê modela rêveberiyê û li hemû derdorên muxalif hatiye birîn. Ev peyama tirsê ye ku bi destê darazê hatiye dayîn. Em dibînin, daraz ne serbixwe ye, girêdayî gotinên îktîdarê ye. Cezayê li herdu siyasetmedarên jin hatiye birîn jî bi vî awayî hatiye birîn. Li gor gotinên îktîdarê hatiye tanzîmkirin, sererastkirin. Ev biryar, biryarek ku berê hatibû amadekirin."