'Em ê li ber polîtîkayên sîxurtiyê serî netewînin' 2019-02-08 09:16:28   EDENE - Li Edeneyê, di mehekê de kesên gotin "ez îstixbarat im" sîxurtî li 10 ciwanan ferz kirin. Yek ji van ciwanan jî Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê ye Mîhrîban Kiliç e. Kiliç got: "Em li ber van çewisandinan û polîtîkayên sîxurtiyê serî netewînin."  Li Edeneyê, kesên ji xwe re dibêjin "ez îstixbarat im", sîxurtiyê li ciwanan ferz dikin. Di meheke dawî de sîxurtî li 10 ciwanan hat ferzkirin. Yek ji van ciwanan jî Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê ye Mîhrîban Kiliç e.   Di 30'yê Çileyê de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de, li Midûriyeta Polîsan a Edeneyê îfadeya Kiliçê hat girtin. Li vir hin kesên gotin "ez îstixbarat im" sîxurtî lê ferz kirin.    'EM QENCIYA TE DIXWAZIN'    Kiliç, bilêv kir ku li emniyetaê sê kesan jê re gotiye: "Em îstixbarat in. Ma tu naxwazî alîkariya dewleta xwe û me bikî? Tu keçeke pir xweşik î û emrê te jî biçûk e. Em ê nehêlin kes daxilî te bibe. Biçe partiyê û bê, em gazî te nakin. Lê tenê alîkariya me bike." Kiliç, bilêv kir ku wê bertek nîşan daye, lê belê di 1'ê Sibatê de heman kesan dîsa peyam jê re şandine û jê re gotine: "Îfade û dosye hat guherandin. Lê biner te beraat kir. Were em rû bi rû biaxivin. Em li cem mala te ne. Em 10 deqîqeyan biaxivin. Em qenciya te dixwazin."    Kiliç, destnîşan kir ku wê hejmara telefona van kesan asteng kiriye û got: "Ez û malbata xwe tev de ji ber vê rewşê pir nerihet bûn. Em li ber van çewisandinan û polîtîkayên sîxurtiyê serî netewînin."