Malbata Çelik kêliya serdegirtina polîsan vegot 2017-11-04 17:02:18 AMED - Malbata Murat Çelîk ê di serdegirtinê polîsan a malê de hat kuştin û di bûyerê de polîsek hat kuştin û 9 polîs birîndar bûn, kêliya serdegirtina malê vegot. Hat zanîn ku Hevsera Murat Çelîk a hat binçavkirin, ji ber îşkenceyê rakirin nexweşxaneyê. Malbata Çelîk serî li şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan.  Yekineyên polîsan di serê sibeha 3'ê Mijdarê de li taxa Huzurevlerî ya Peyasa Amedê bi ser mala Murat Çelîk de girtin. Di serdegirtina malê de xwediyê malê Mûrat Çelîk û polîsek hat kuştin û 9 polîs jî birîndar bûn. Di serdegirtina malê de hevsera Çelik û 3 zarokên çelîk li malê bûn. Hat diyar kirin ku polîs lî şûna di derî re têkevin mal, dûwarê mala Çelîk şikandin û ketin hundir. Piştî bûyerê Çelîk jiyana xwe ji dest da û malbata Çelîk serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da û alîkariya hiqûqî xwest. Hat zanin ku dema polîsan bi ser mala Çelîk a tevî hevser û 3 zarokên xwe lê dimîne de girtin bêyî hişyariyê bike gule barandin û Murat Çelik jî bersîv daye polîsan.    'PITIKA 11 MEHÎ JÎ BIRÎNDAR BÛ'   Di serdegirtina polîsan de hevsera Çelîk Asya Çelîk û 3 zarokên xwe li malê bûn. Hat zanîn ku Asya û zarokên xwe jî birîndar bûne. Şahidan diyar kirin ku li gel polîsan zanîbû zarok û malbat hen jî polîsan gule reşandiye. Di êrîşa polîsan de xanî tev xera bû û bi şensek mezin hevsera Çelik û 3 zarokên wî xelas bûn. Dema polîsan êrîşî hundirê malê kirin, kurê Çelik Îbrahim ji ser û pişta xwe bi perçeyên şerepnalan birîndar bûye. Di buyerê de pitika Çelîk a 11 mehî Semanur jî birîndar bûye.    'ASYA ÇELİK RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ'   Hat zanîn ku 3 zarokên malbata Çelîk ku birîndar bûbûn li nexweşxaneyê li ser piyan hatin dermankirin. Hevsera Çelîk Asya Çelîk jî rastî êrîşa fîzîkî ya tîmên taybet hat. Şahidan, anîn ziman ku polîsên tîmên taybet ji qata 7’ann bi porê Asya Çelik girtiye û heta qada jêr kaş kirine. Hat zanîn ku piştî Dayika 3 zarokan Asya Çelik hat binçavkirin ji ber rastî îşkenceya polîsan hatiye ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî.    'DESTÛR NADIN PARÊZER BI ÇELÎK RE HEVDÎTIN BIKIN'   Dayika Mûrat Çelîk Hatun Çelîk ku duh hat binçavkirin îro piştî îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan. Hat zanîn ku parêzer nikarin bi Asya Çelik re hevdîtin bikin. Malbatê anî ziman ku ew ji jiyana Asya Çelik bi fikar in. Dema Dayika Mûrat Çelîk Hatun Çelik jî hat binçavkirin rastî neheqiyên giran û lêdanê hat. Hat zanîn ku têkildarî mijarê 10 kesên din jî hatine binçavkirin.