Aslan ê parastina wî hat desteserkirin parastin nekir 2019-02-07 16:07:34   STENBOL - Danişîna 'Doza KCK'ê ya sereke ya Stenbolê' ku 205 siyasetmedarên Kurd tên darizandin, li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Boluyê parastina Erhan Aslan ê ji dozek din girtî tê darizandin, bi hinceta "Nivisên der barê çalakiya Leyla Guven" desteser kir. Aslan, ji ber parastina wî hat desteser kirin, parastin nekir.    Danişîna 'Doza KCK'ê ya sereke ya Stenbolê' ku 205 siyasetmedarên Kurd tên darizandin, li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Di danişînê de hin siyasetmedar û parêzerên wan amade bûn. Ewil girtiyê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê Girtî Erhan Aslan xwest parastinê bike. Aslan, diyar kir ku Rêveberiya Girtîgeha Bolu parastina wî ya nivîskî bi hinceta "Nivîsên der barê Leyla Guven de hene" desteser kiriye û ji ber vê yekê nikare parastinê bike.      Siyasetmedar Muzaffer Yaşar jî diyar kir ku ew tev li akademiya siyasetê bûye û tevlêbûna akademiyê ne sûc e. Yaşar, anî ziman ku dema xwest ji Marmarisê biçe Grava Lodos  a Yûnanîstanê li gumrukê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û rastî neheqiyê hatiye. Lê heyeta  dadgehê got "Ev yek dadgehê eleqeder nake" û xwest Yaşar li cihê xwe rûnê.    Dema Yaşar xwest dîsa mafê axatinê bigire, Serokê heyetê  Hakan Turkon, got 'Ger ku tu tiştekî ne li cih bibêje ez carek din te tev li danişînê nakim'  û gef xwar. Yaşar jî got: "Ez rastî neheqiyê hatime. Navê kesên din li dosya min zêde kirinine. Çima wisa kirine." Serokê heyetê Turkon dîsa xwe aciz kir û xwest Yaşar li cihê xwe rûnê. Heyetê piştre der barê hin siyasetmedar de biryara girtinê da û der barê Ragıp Zarakolu de biryara lêgerîna Bultena Sor da. Heyetê daxwaza Erhan Aslan jî red kir û xwest di danişîna bê de  bi rêiya SEGBİS'ê tev li danişînê bibe. Heyetê danişîn taloqî 28'ê Gulanê kir.