Li Dûîsbûrgê meşa dirêj 2019-02-07 15:30:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan Kurd û dostên Kurdan ên ewropa, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Dûîsbûrgê meşek girseyî û dirêj pêk anîn.    Bi sedan Kurd û dostên Kurdan ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê, li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê meşa dirêj û girseyî pêk anîn. Meşvanan beriya destpêkirina meşê li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) deqeyek rêz girtin. Girsê li Baskekî ji Bonn-Koln-Dusseldorfê, li baskê din jî li Dûîsbûrgê dest bi meşê kir. Meşvan wê 9'ê Sibatê li ber DGB Haûsê ya li Dusseldorfê li hev bicivin, ber bi Parlamentê ve bimeşin û li wir mîtîngekê li dar bixin. Polîsan beriya destpêkirina meşê dor li NCDK'ê girtin û xwestin pêşî li tevlîbûnê bigirin. Di dema daxuyaniya çapemeniyê de jî xwest girseya gel a hewl dida posterê Rêberê PKK'ê Ocalan hilde, provoke bike. Beşa îro ya meşê wê saet 16'an bi mîtînga li ber gara trenê ya Dûîsbûrgê biqede. Sibe saet 10'an wê roja duyemîn a meşê dest pê bike.