Doza Medenî Yildirim: Piştî 5 sal û nîvan delîlên eslî hatin dîtin 2019-02-07 14:59:12 AMED - Parêzer Reyhan Yalçindag, di danişîna doza Medenî Yildirim ê di şermezarkirina çêkirina qereqolê ya sala 2013’an a li Lîcê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin de, parastin kir û got bi ser cînayetê re piştî 5 sal û nîv derbas bûn û şûn de, encex karîn xwe bigihînin delîlên eslî.  Li gundê Hêzan a navçeya Lîcê ya Amedê, di 28’ê Hezîran 2013’an de, Medenî Yildirim di şermezarkirina çêkirina qereqol û kalekolê de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin û darizandina leşker Adem Çîftçî berdewam dike. 5’emîn danişîna doza Medenî Yildirim û leşker Adem Çîftçî yê di dozê de berdayî tê darizandin li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di dozê de ji bo Çîftçî 18 cezayê girtîgehê tê xwestin. Bersûc Çîftçî beşdarî danişînê nebû. Dayîka Yildirim Fahriye, xizmên Yildirim û parêzer beşdarî danişînê bûn. Perlementerên HDP’ê y ên Amedê Salîha  Aydenîz û Mûsa Farîsogullarî jî danişîn şopandin.     'DIXWAZIM BÊ CEZAKIRIN'   Di danişîna dest pê kir de, dayîka Yildirima Fahriye Yildirim axiv û wiha  got: “Ez daxwazên xwe yên berê dûbare dikim. Ez dixwazim her du fermandarên fermana gulebarandinê dane bên ceza kirin.”   'PIŞTÎ 5 SALAN'   Parêzer Reyhan Yalçindag piştî dayîka Yildirim parastin kir û wiha axivî: “Bi ser cînayetê re 5 sal û nîv derbas bûn. Lê encex me karî em xwe bigihînin delîlên eslî. Rapora keşfa hat kirin û şandeya pisporê di destê me deye. Ji bo kesên li ser vê erdnîgariyê tên kuştin, me di vê dozê dît ku lêpirsînek çawan bêbandor tê birêve birin. Derket holê ku ji bo çi delîl bi awayekê baş nehatine kom kirin û lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin. Ji vê wateyê de kesekê daxwazên me ne girtin diqatê. Dema we di 8’ê Mijdara 2016’an de biryara beraetê da jî, we xwest ku lêpirsînek bi bandor bê kirin û ji bo faîlên eslî bên dîtin jî we serlêdana sûc kiribû. Lê di warê aqûbeta vê lêpirsînê de jî, hîna tu encam nehatine bi dest xistin. Di kuştinê de faîl tune ne û lêpirsîn tê veşartin. Li ku derê dibe bila bibe heye fermandar fermanê nedin ew leşkerên ciwan nikarin yek guleyê jî berdin.”   'JI 2 CIHÊN CUDA GULE HATIYE REŞANDIN'    Yalçindag, da zanîn ku weke bersûc Adem Çîftçî tê darizandin û wiha bilêv kir: “Lê di rapora pispor de tê gotin ku ji 2 aliyên cuda ve gule li Medenî Yildirim hatiye reşandin û jiyana xwe ji dest daye. Di rastiyê de her du fermandarên ferman dayîn tên parastin. Rapora di destê me de, vê rastiyê datine holê.”   'DELÎL JÊ BIRIN'   Parêzerê malbatê Mehmet Emîn Aktar jî, di parastina kir de wiha got: “Di rûpela 25’ê raporê de tê diyar kirin çekên bîksî û MG3 hatine bikaranîn, lê qalikên wan di kozikan de nehatine dîtin. Hemû delîl hatine veşartin. Berpirsînên rastî yên vê bûyerê her dû fermandarin. Em dixwazin derbarê van her du fermandaran de serlêdana sûc bê kirin û dosyeyên wan bibin yek.    'ÊDÎ SEBRA MIN NEMAYE'   Dayika Yildirim, dîsan axivî û wiha bilêv kir: “5 sal û 8 meh derbas bûn. Ez li bendême faîl bên darizandin. Destê xwe danin ser wijdana xwe.” Şandeya dadgehê li ser axaftina dayika Yildirim got; “Parêzerên we pêre mijûl dibin, dosyeyê dizanin.” Dayika Yildirim gotina şandeya dadgehê birî û wiha got: “Ez dizanim. Dem amin bi telefonê bi wî re diaxivî hat kuştin. Destê xwe danin ser wijdanê xwe. Her tişt li holê ye. Êdî sebra min nemaye.”   Şandeya Dadgehê, biryar da ku aqûbeta serlêdanên ji bo faîlên eslî bên dîtin ên berê hatibû kirin bên pirsîn, da û danişîn taloqî 16’ê Gulanê kir.