KCD’ê ji bo bûyerên Cizîrê daxuyanî da 2019-02-07 13:08:29   AMED – KCD’ê welatiyên di jêrzemînên avahiyên li navçeya Cizîrê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî.     Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî salvegera 3’yemîn a ku mirovan di jêrzemînên avahiyên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî.    Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:    “AKP-MHP tifaqa nîjadperestî ya li ser dijminatiya kurdan ava bûye, ji her hêlê ve bi awayekî dijwarî êrîşî ser gelê kurd dike û ev êrîş berdewam dikin.   3 sal berê daxwaza gelê kurd a xwe bi rêve bibe ya herî rewa û demokratîk bi êrîşên mezin re rû bi rû ma. Piştî berxwedanên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex û hwd. li gelek bajar û navçeyên kurdan hatin hilweşandin, wêrankirin û zarok û jin jî di nav de bi sedan kes hatin qetilkirin.   Bi van komkujiyên hatin meşandin re xwestin daxwazên gelê kurd ên demokratîk û neteweyî  û bi vê re têkoşîna gelê kurd têk bibin. Di jêrzemînên Cizîrê de nêzî 300 kurdên sivîl bi awayekî hovane bi topbarana tangan hatin şewitandin.    Îro 3’yemîn salvegera komkujiya Cizîrê ye. Di 3’yemîn salvegera komkujiyê de em di şexsê Mehmet Tunç, Asya Yuksel de hemû berxwedêrên xwerêveberiya cewherî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em diyar dikin ku ew têkoşîna wan a lehengî û berxwedana wan wê di jiyana me de bibe çavkaniya girêdan û biryardariya me ya têkoşînê.”