Nûnerê METRO ji PDK'ê xwest kesên hatine binçavkiriyan berdin 2019-02-07 12:41:34   DUHOK - Kesên ku li herêma Behdînan bertek nîşanî kuştina kesên di êrîşê balafirên Tirkiye de pêk hat, dan û ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatine binçavkirin, hêj di bin çavan de ne. Parêzerên wan diyar kirin ku wê zû neyên berdan. Navenda Metro jî got; "PDK'ê destwerdan kiriye û rê li pêşiya berdana wan digire."   Di 23’yê Çileyê de balafirên şer ên TSK'ê gundê Hêtûtê û geliyê Reşava bombe kiribû û 4 welatî hatibûn kuştin. Hêj agahî ji 2 kesan nayê girtin. Xelkê  Şêladizê jî 25’ê Çileyê li dijî komkujî balafirên şer ên Tirkiye bi tevlîbûna welatiyên Dêralok, Hêtûtê, Siriyê û gundên derdor ser baregeha Tirk a Siriyê de girtin û dan ber agir. Eskerên Tirkiye gule berdabûn ser xwepêşanderan û di encamê de zarokek 13 salî û kesek din jiyana xwe ji dest dabû. Di 27'ê Çileyê de xelkê Şêladizê xwestin ku piştgiriya xelkê Şêladizê bikin, lê asayîşa Dihokê rê neda û gelek kes hatin binçavkirin. Heta niha jî 18 kes di girtîgehê de mane. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a ROJNEWS'ê, ji ber nerazîbûnên li hemberî Tirkiye li herêma Behdînan nêzî 80 kesan hatibûn binçavkirin, lê piştre hinek bi kefalet û hinek jî ji ber peywendiya di navbera partiyan de hatin berdan.   Bi taybet endamên Tevgera Goran û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û rojnamegerên nêzî wan ên hatin binçavkirin hatin berdan. Lê, heta niha 18 kes di girtîgehê de name. Piraniya wan welatparêz, rojnameger û çalakvanên serbixwe ne. Niha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku li wir desthilate li pêşiya berdana wan dibe asteng. Li gorî agahiyên Berpirsê Navenda Metro ya Dihokê Eyhan Seîd dane, heta niha 18 kesên hatin binçavkirin di girtîgeha Dihokê de ne, her çiqas ku biryar bû werin berdan, lê ji ber ku PDK 'ê destwerdan li dadgehan kirin heta niha nehatine berdan.   Berpirsê Navenda Metro ya Dihokê Eyhan Seîd  ev agahî dan; "PDK'ê destwerana karê dadgehan kiriye. Rê nade 18 kes werin berdan. Lewma niha ji ber zextên wan, dadwer daxwaz dike 'ji bo her binçavkiriyekê du şahid biçin li ber dadger û bêjin, ew kesên hatine binçavkirin, xwestine biçin Şêladizê provakasyona çêbikin û li hemberî baragehên Tirk derkevin."   Nûnerê Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran ê Duhokê (METRO) Eyhan Seid, ji bo rojnameger serbest bên berdan, xwest PDK zextan li dadgehê bike ku bên berdan. Berpirsê Navenda METRO  ya Dihokê Eyhan Seîd got ku ev yek binpêkirina yasaye û xwest ku li gorî yasaya xwepêşandana nêzî kesên hatine binçavkirin bibin û got; "Hemû ne li Şêladizê hatine binçavkirin, hinek li mala xwe hatine binçavkirin. Hinek jî li seytereyan hatine binçavkirin. Kamareya çavdêriyê heye û dadwer dikare bibîne."   Endamê Tora Parêzerên Xwebexş û Parêzerê kesên hatin binçavkirin Ûmîd Mihemed têkildarî biryara dawî ya dadwer de ev agahî dan Rojnews'ê, "Em niha li navenda polîsan in. Bi karê yasayî ve mijûl in ji bo berdana wan. "   Ûmîd Mihemed diyar kir ku dadwer ji wan re gotiye ku hîn lêpirsîna wan bi dawî nebûye, lewma  wê kesên hatine binçavkirin zû neyên berdan.   Di 23’yê Çileyê de di encama bombebarana artêşa Tirk a li dijî gundê Hêtûtê û geliyê Reşava da 4 welatî jiyana xwe ji dest dabûn û heta niha jî agahî hîn ji 2 kesan nayê girtin. Lê, heta niha ne Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bûyerê ti lêpirsîn destpênekiriye û ti helwest jî nîşan nedane. Lewma xelkê Behdînan di pirsin 'Em giliyê kê bikin û wê kî heqê me ji dewleta Tirk bipirse?'