Lêpirsîna disîplînê ji çalakgerê di greva birçîbûnê deye re vekirin 2019-02-07 12:17:34 STENBOL - Li Girtîgeha Hejmara 1 a Maltepê, derbarê Ersan Nazlier ê di 5’ê Çile de ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ket greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, lêpirsîna disîplînê hat vekirin.  Li Girtîgeha Hejmara 1 a Maltepê, derbarê girtî Ersan Nazlier ê di 5’ê Çile de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger , lêpirsîna disîplînê hat vekirin. Nazlier derbarê çalakiya xwe de 3 faksên cuda dişîne û rayedarên girtîgehê bi hinceta gotina “Bi bawerî û hêviya li welatekê azad hevdû dîtinê” derbarê wî de lêpirsîna disîplînê vedikin. Ev gotina Nazlier weke “Propagandeya rêxistinê” hat nirxandin. Dîsan ji bo sê faksên Nazlier şandin, sê lêpirsînê dîsîplînê yên cuda hatin vekirin. Di vê çarçoveyê de ji bo Nazlier 11 roj cezayê hucreyê tê xwestin.    Li bendêye ku di rojên pêş de lêpirsînên derbarê Nazlier de bên bi encam kirin.